Pêkhateyên YJK-E’yê bang kirin: Em xwedîtiyê li Şengal û Rojavayê bikin
Pêkhateyên YJK-E’yê li hemberî êrîşên dewleta Tirk banga xwedîlêderketina li Rojava û Şengalê kirin.
Pêkhateyên YJK-E’yê li hemberî êrîşên dewleta Tirk banga xwedîlêderketina li Rojava û Şengalê kirin.
Li ser navê pêkhateyên Yekîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanyayê (YJK-E), Meclîsa Jinan a Êzidiyan, Meclîsa Jinên Elewî ya Demokratîk, Meclîsa Jinan a Koma Îslamî ya Kurdistanê têkildarî êrîşên AKP’ê yên li ser Rojava û Şengalê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “ Em êrîşa dewleta faşîst a AKP’ê ya li ser Şengal û Rojavayê bi tundî şermezar dikin û di serî jin em hemû kesan vedixwînin têkoşîna parastina qadên demokratîk û azad ên ku destkeftiyên gelên me ne.”
‘PERGALA AZADÎPARÊZ A JINAN JI XWE RE KIRIN HEDEF’
“Li Rojhilata Navîn a ku kaosek lê heye û hemû hêzên tarî yên emperyalîst, totalîter û paşverû dixwazin tê de lîstikan ava bikin bi saya perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengal û Rojava jiyana li ser yekîtiya demokratîk dikeve meriyetê û di serî de AKP hemû hêzên serwer li hemberî van destkeftiyan bêtehamul in. Ev hêz pergala azadîparêz a jinan ji xwe re dike hedef. Êrîşên li ser Rojava û Şengalê yekîtiya bawerî û çandî ji xwe re kiriye hedef.
Li ser vê axa ya ku bi hezaran ciwan û kal û pîrên Kurdan ji bo wê canê xwe dane êdî ji feraseta dijmin a mêrserwer, zayendîparêz, faşîst û dijminatiya jinan dike, nikare xwe bide jiyîn. Vê baweriya ji pergala bi feraseta jinan hatiye ava kirin, li Rojava û Şengalê gelê me gihand serfiraziyê. Dewleta faşîst a AKP’ê ya ku bi DAIŞ’ê bi ser neket niha jî bi îxanet û hevkariya PDK’ê bi êrîşên hewayî xwe daye nîşan. Gelê Rojava û Şengalê niha hevrûyî qirkirineke din bûne.
‘EM DENG BIDIN BERXWEDANÊ’
Di serî de YPG, YPJ, YBŞ û YBŞ JIN hêzên parastina gel û gelê me li Rojava û Şengalê bi hêza xwe axa xwe diparêzin. Parastina vê pergala ku azadiya jinan dixe navenda hemû azadiyan, peywira sereke ya hemû Kurdistanî û jinên Kurdistanê yên li Ewrûpayê dijîn e. Ji ber vê jî em bang li hemû jinan dikin ku deng bidin vê berxwedana me û em bi çalakiyan li azadiya gel û baweriyan a li Rojava û Şengalê xwedî derkevin.”