Partiya Çep a Kesk: Em sedsala duyemîn a komarê bikin sedsala Komara Demokratîk

Partiya Çep a Kesk, Beyannameya Hilbijartinê ya 14’ê Gulanê eşkerekir û got “Em ê sedalala duyemîn a komarê bikin sedsala Komara Demokratîk.”

Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartina Serokkomar û Giştî eşkere kir. Beyanname, bi civîneke lansman a li hotêleke Enqereyê hate eşkerekirin. Beyanname weke pirtûkçeyekê hate çapkirin û li ser berga wê jî dirûşma Partiya Çep a Kesk a “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” heye. Di serî de pirsgirêka Kurd, di beyannameyê de sozên ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt cih digirin û ji 4 beş û 50 sernavan pêk tê. 

Di destpêka beyannameyê de tê gotin ku li cîhanê krîzên aborî û şerên hegemonyayê tên kirin û hatiye destnîşankirin ku li Tirkiyeyê jî di serî de pirsgirêka Kurd, ji ber ku pirsgirêkên dîrokî, civakî û siyasî nehatine çareserkirin, krîzên piralî hêj girantir bûne. Di beyannameyê de hat diyarkirin ku di dîroka sedsalî ya komarê de hilbijartinên herî krîtîk tên kirin û wiha tê gotin: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê wê bibin qonaxeke diyarker. Civak wê pêşeroja xwe hilbijêre.” 

‘EM Ê JI FAŞÎZMÊ RE BIBÊJIN ÊDÎ BES E’

Bi domdarî di beyannameyê de tê gotin ku li pêşiya gelên Tirkiyeyê du vebijêrk hene û ev nirxandin tê kirin: “An em ê pêşî li ber faşîzmê bigirin an jî wê faşîzm hêj bêhtir xwe sazûman bike. Em li ber biryardayînê ne. Em ê hem ji faşîzmê re bibêjin êdî bes e, hem jî weke temînata demokrasî, azadî û pêşeroja wekhev di Meclisê de hîn xurtir cih bigirin.”

ERDHEJÊN DI 6’Ê SIBATÊ DE

Di beyannameyê de hat bibîrxistin ku di erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê de li 11 bajaran wêraniyeke mezin çêbû, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û ev tişt hatin destnîşankirin: “Êşa me êşeke giran, şîna me hêj didome. Erdhej, tenê bi hilweşandina bajarên me, bi kuştina mirovên me bisînor nema. Di heman demê de xirbeyên siyasî yên îktîdara AKP-MHP’ê rê li ber vekirî jî, derxist holê. Hilweşîneke mezin e, êş pir kûr in. Di erdhejê de ji bo jiyana mirovan 72 saet pir girîng in lê desthilatdarî ne li holê ye. Li dijî vê, civakên me piştevaniyeke xurt nîşan dan û nîşan didin. Mîna wê piştevaniyê, em niha hîn bêhtir xurt in û em ê bi hev re xwe ji bin xirbeyên siyasî, aborî û civakî yên vê destilatdariyê afirandine, rizgar bikin. Vê erdhejê careke din nîşan da bê ka rêveberiya xwecihî çiqas jiyanî û girîng e. Her wiha careke din nîşan da bê ka navendparêzî çiqas li cewhera civakê naye.”

‘KOMARA DEMOKRATÎK BI NETEWEYA DEMOKRATÎK PÊKAN E’

Di berdewamê de hat gotin ku Partiya Çep a Kesk wê bi hilbijartinan re, sedsala Komara Demokratîk jî bide destpêkirin û beyanname wiha dom kir: “Komara Demokratîk, bi Neteweya Demokratîk pêkan e. Di Neteweya Demokratîk de hemû nasnameyên nîjadî, çandî û baweriyan bi awayekî wekhev û azad bi hev re hebûna xwe didomînin, hebûna wan bi destûra bingehîn hatiye mîsogerkirin û îfadeya demokratîk a civakê ye. Komara sedsalî ku ji demokrasiyê, ji îradeya gelan ditirse û direve, li ser bingeha yekperestiye xwe sazûman kir. Siyaseta red û înkarê, pirsgirêka Kurd hîn mezintir kir. Dîroka komarê bi mînakên her cureyên vesayetên leşkerî û sivîl, baviksalarî, zext, qedexe, derbeyên siyasî, binpêkirinên mafên mirovan, xespkirina îradeyê û tunehesibandina daxwazên civakî re tije ye. Komara ku nekarî demokratîk bibe, bi pergala xwe ya aboriyê ya ku xizmetê ji patron û nokeran re dike, di roja me de veguheriye xirbeyeke siyasî û sazûmanî. Em ji bo guherandina vê pergala ku kedkaran û gelemperiya civakê xizantir û patronan hîn bêhtir dewlemend dike, têdikoşin. Li dijî vê pergala xwe dispêre kedxwariyê, em ê komareke ku azadiya kedê diparêze ava bikin. Di destpêka sedsala duyemîn de em ji bo avêtina hîmê Komara Demokratîk tên.” 

 ‘RÊYA ÇARESERIYÊ GUHERÎNA DEMOKRASIYA RADÎKAL E’

Bi domdarî di beyannameyê de ev tişt hatin parvekirin: “Ji bo pêşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê û rizgariya ji pergala pirkrîzî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê, rêya çareseriyê guherîna demokrasiya radîkal e.  Çareserî, ne guherîna muxalefet û desthilatdariya di nava pergalê de ye. Çareserî, Rêya 3’yemîn e, Komara Demokratîk e ku wê jiyana nû ava bike. Di pergaleke siyasî ya piranîparêz de em ê demokrasiya xwecihî, civaka demokratîk û ekolojîk, wekheviya zayendê, mafên azadî û mirovan weke rêgez esas bigirin û Komara Demokratîk ava bikin. Em ê sedsala duyemîn a komarê bikin sedsala Komara Demokratîk ku dê tevlibûn, muzakere û lihevkirinê esas bigire, maf û azadî bi awayekî herî berfireh bên bikaranîn û demokrasî civakî bibe. Di erefeya Komara Demokratîk de em ê xwe ji westîbûna hêviyê rizgar bikin û bi wêrektî, bi coş û bi hev re di Rêya Sêyemîn de bimeşin. Rêya Sêyemîn, rêya avakirina Tirkiyeyeke nû ye ku wê gelên wê di nava aştî, wekhevî, azadî û hemwelatiya hevpar de bijîn.” 

 ‘EM ÇARESERIYÊN BINGEHÎN DIPARÊZIN’

Di beyannameyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên pir mezin hene û wiha domiya: “Li dijî pirsgirêkên bingehîn em çareseriyên bingehîn diparêzin. Bi temîrkirin, tadîlat, boyaxkirin û restorasyonê re çareseriyên bingehîn nayên peydakirin. Xeta Rêya Sêyemîn, rêya çareserkirina bingehîn a van pirsgirêkên bingehîn e. Li rexekî koalîsyona AKP-MHP’ê anku hêzên desthilatdariyê yên statukoparêz, li rexa din jî hêzên muxalefetê yên restorasyonparêz hene. Desthilatdariya statûkoparêz bi xwe re xirbeyeke siyasî afirand. Muxalefeta restorasyonparêz jî xwe nade ber sedemên bingehîn ên pirsgirêkan û di nava pergalê de qala sozên bisînor dike. Lê çareserî, di guherîneke rasteqîn de ye. Çareserî, di guherîna demokratîk de ye. Lewma rêya me Rêya Sêyemîn e.” 

Di beyannameyê de bal hat kişandina ser têkoşîna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û hat gotin, “Divê Meclîs zemîna diyalog û çareseriyê ava bike û bi rêbazên muzakereya demokratîk pêşengiyê ji qezençkirina siberoja tevahiya civakê re bike. Di vê çarçoveyê de, ji bo naskirina hemû mafên nasnameya gerdûnî, bi taybetî jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, sererastkirinên qanûnî û destûra bingehînî yên pêwîst bên kirin, xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, divê tecrîda ku binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û prensîbên hiqûqî yên gerdûnî ye, bi dawî bibe. Çareserî ne bi şer û polîtîkayên ewlehiyê, çek û rêbazên pevçûnê, bi diyalog û muzakereyê ye. Ji bo em berpirsyariya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane ku pirsgirêka herî kûr a Tirkiyeyê ye, ku rasterast bi demokratîkbûna Komarê ve girêdayî ye, amade ne. Nêzîkatiya me ya bingehîn ew e ku em pirsgirêkên xwe bi axaftin, muzakere û diyalogê çareser bikin. Bi aştiyê wê hemû civak bi ser bikeve, em ê bi ser bikevin."

MAKEQANÛNEKE NÛ YA DEMOKRATÎK HEWCE YE

Di sernavê de bal kişand ser "Di sedsala duyemîn a Komarê de makezagona demokratîk” û wiha hate gotin: “Em amade ne makeqanûnek nû ya demokratîk, wekhevîxwaz û azadîparêz û li gorî avaniya pir nasnameyî, pirçandî, pir bawerî, pirzimanî, li gel tevlîbûna demokratîk û muzakereya civakî binivîsin! Em ê bi peymaneke civakî ya nû ku temînata Komara Demokratîk, aştiya civakî û di şert û mercên wekhev de bi hev re jiyan dike, hemû azadî, maf û hemwelatîbûna wekhev misoger bikin. Em makezagona demokratîk ku bi destûrî rêzgirtina maf û hebûna hemû gel, komên bawerî û çandên li welat esas digire, diparêzin.” 

Di bin navê 'sîstema parlamenteriya piralî ya xurtirkirî ya bi demokrasiya xwecihî', işaret bi sîstema demokratîk hate kirin ku parlamentereke piralî ya xwedî erkên berfireh e, serxwebûna hêzê heye û mekanîzmayên hevsengî û kontrolê lê bi bandor e. Di beyannameyê de hate ragihandin ku ji bo demokrasiya parlamenter bi demokrasiya tevlîkar bê temamkirin, wê guhertinên welê bêne kirin ku gel karibin tevlî mekanîzmayên biryardanê bibe, serxwebûna hêzan jî ber bi qada herêmî ve berfireh bibe, erk û çavkaniya rêveberiyên xwecihî bêne ewlekirin, dawî li wesayeta navendî a li ser rêveberiyên xwecihî bê anîn û li ser vê bingehê demokrasiyeke xwecihî ya xurt a ji mekanîzmayên tevlîkariya herêmî bê avakirin.

‘LI DIJÎ REJÎMA QEYÛM ÎRADEYA GEL’

Di beyannameye de bi sernavê “Li dijî rejîma qeyûm îradeya gel” hate diyarkirin ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku îradeya Meclîsê bi navendîkirina siyasetê paşguh kiriye û demokrasiya xwecihî bi rejîma qeyûmê re desteser kiriye, wê Komara Demokratîk bê avakirin. Di beyannameye de ev tişt hatin gotin: “Em ê meclîs, meclîsên bajaran, platform, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêveberiyên herêmî yên li ser bingeha demokrasî û temsîliyeta wekhev bi vîna gel tevlî rêveberiyê û pêvajoyên biryardayînê dibin, xurt bikin. Em ji bo dawî li rejîma qeyû bînin, tên.

‘EDALET JI BO HER KESÎ’

Di beyannameyê de di bin sernavê "Bi dadgeriya serbixwe û bêalî re edalet ji bo her kesî" hate destnîşankirin ku li dijî desthilatariya AKP-MHP'ê ya ku bi destê saziya dadgeriyê ya di bin wesayeta rêveberiyê de siyaset û civakê dîzaynd dike û hewl dide muxalefeta civakî û siyasî tasfiye bike, wê dadgeriya serbixwe û bêalî bi cih bê anîn, di heman demê de wê bi azadî û mafên mirovan ên bingehîn re sîstemeke edalet û hiqûqê bê avakirin ku pîvanên peymanên navneteweyî qebûl dike.  

Partiya Çep a Kesk sozên xwe yên têkildarî aboriyê jî bi sernavê "Bi edaleta li aboriyê bidawîkirina xizaniyê" vegot. Di beyannameyê de hate ragihandin ku bi edaleta li aboriyê wê dawî li xizanî, bêkarî, deyndarî û bêmilbûnê bê anîn û hate gotin, "Li hemberî polîtîkayên aboriyê yên kapîtalîst ku sermayeyê datîne pêş, li hemberî dijminatiya li ked û kedkaran, li hemberî lêçûnên li şer, biçekbûnê, li dijî xizanîkirina jinê em ê Komara Demokratîk a azadiya bi hevre ya ked û gelan ava bikin. Li hemberî karê bêewlekarî, mêtingeriya li ser kedê û kuştina li kar, em ê keda rêxistinbûyî bi hev re pêk bînin."  

‘RÊVEBERIYA CEMAWERIYÊ YA CIVAKÎPARÊZ’

Di bin sernavê "Ne rêveberiya rantxur, lê rêveberiya cemaweriyê ya civakîparêz" de di beyannameyê de hate ragihandin ku wê rêveberiya cemaweriyê bê demokratîkkirin, pîvana liyakatê diyarker be û partiyên siyasî êdî nebe qada kadrobûyînê. Her wiha hate destnîşankirin ku desteserkirina maf a bi Biryarnameyan wê bê bidawîkirin, cihêkariya li cemaweriyê bê qedandin.

‘POLÎTÎKAYA DERVE YA AŞTIYANE’

Di beyannameyê de bal hat kişandin ku li qada navneteweyî di bin sernavê "Polîtîkaya Derve ya Aştiyane" de li dijî polîtîkaya derve ya hikûmeta AKP'ê ku krîzan kûrtir dike, wê polîtîkayeke aştiyê were meşandin û hat gotin: “Em ji bo polîtîkayeke derve ya aştiyane ya li dijî bloka desthilatê û hêzên şer ên global ku bi şer, tundî û têgihiştina leşkerî li şûna dîplomasiyê polîtîkaya derve dimeşînin, tên. Em ê polîtîkaya derve ku gelan bê parastin dihêle, jinan dike hedefa tundî û kedxwariyê, dibe sedemê hilweşîna ekolojîk û feraseta şer a sermayeye dewlemend dike û civakê xizan dike bi hev re biguherînin. Em ê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dîplomasiyê û muzakereyê esas bigirin. Em ê di sedsala duyemîn de ji bo aştiya herêmî û kurewî Komara Demokratîk ava bikin.”

‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA MOR E’

Partiya Çep a Kesk ku azadî û wekheviya jinê diparêze, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîn û mezinkirina hevgirtina li dijî faşîzm û serdestiya mêr ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê meşandin. Di beyannameyê de hat destnîşankirin ku li dijî tifaqên mêr ên ku şêweyên wekhev ên serdestiya mêr ji hev cuda pêşkêş dikin, jin di rêya sêyemîn a azadî, demokrasî, aştî û wekheviyê de bi biryar in û wiha hat gotin: “Em ê destkeftiyên dîrokî yên jinan û rêgeza temsîliyeta wekhev bi hevserokatiyê ku xeta mor a me ye û bi Peymana Stenbolê biguherînin.” 

Partiya Çep a Kesk ku laîktiya azadîxwaz diparêze, di vî sernavê beyannameyê de cih da van gotinan: “Em li dijî polîtîkayên bişaftin, înkar, yekperest ên li ser ol û baweriyan ên dewletê laîktiya azadîxwaz diparêzin. Em ê azadiya bawerî û wijdanê, pirbûna baweriyan û hemwelatiya wekhev biguherînin da ku bi Komara Demokratîk bi destûra bingehîn misoger bikin. Em tên ku serdema AKP’ê û MHP’ê ya cihekariyê têxe nava gelan, zextê li şêwazên jiyanê, nirxên ol û baweriyan dike û kirine amûra siyasetê bi dawî bikin.”

 ‘JIYANA NÛ YA EKOLOJÎK’

Di berdewama beyannameyê ya bi serenavê “Jiyana nû ya ekolojîk” bal hat kişandin ser encamên xedar ên krîza avhewayê ya kurewî û ev tişt hate gotin: “Gelên welatên ku herî kêm ji krîza avhewayê ya kurewî berpirsyar in, herî zêde karesat û êşên mezin dijîn. Hejmara penaberên avhewayê her sal zêde dibe. Heke neyê sekinandin, ev hêrsa mezinbûna kapîtalîzmê wê bibe dawiya mirovahiyê û hemû zindiyên din. Em tên ku di têkoşîna gerdûnî ya kesên li dijî krîza avhewayê û neheqiya avhewayê jiyanê diparêzin de bibin xelekeke xurt. Em tên ku xwezayê ji bûyîna berhevkirina sermayeyê derxînin û texrîbata ekolojîk rawestînin. Em ê bi polîtîkayên ekolojîk ên li dijî feraseta cewherî ya bi navenda mirovan re Komara Demokratîk bi hev re ava bikin.”

 Di bin serenavê “Bi ciwanên azad re ber bi komara demokratîk ve” gotina “Em bi ciwanan re ber bi Komara Demokratîk ve dimeşin!” hate destnîşankirin û qala girîngiya azadiya ciwanan, mudaxilenekirina şêweya jiyana wan û tevlibûna weke hev a wan a di pêvajoyên biryardayînê de hate kirin. Di beyannameyê de hate destnîşankirin ku li dijî serdestî, zext, mêtîngerî û cihekariya temen wê rêya sêyemîn a îro û sibê bi ciwanan re bê avakirin. 

Di berdewama beyannameyê de jî li dijî van hemû pirsgirêkan pêşniyaz û daxwazên çareseriyê hatin rêzkirin.