Parêzer: Di binê çavan de bi navê 'hevpeyvînê' hewl didin îfadeyê werbigirin

Parêzer Esra Kiliç û Leyla Kaya ku bi Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, hunermendên NÇM'ê û Seroka Komeleya Dema Jinan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku polîsan bi navê 'hevpeyvînê' hewl dane îfadeyê ji muwekîlê wan werbigirin.

Dayikên Aştiyê, Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan, aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û rêveberên DEM Partiyê jî di nav de gelek jinên ku 16'ê Çileyê li Stenbolê hatin binçavkirinê, dema binçavkirina wan ji bo rojeke din jî hate dirêjkirin. Parêzer Esra Kiliç û Leyla Kaya serdana muwekîlên xwe yên li Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê kirin. Parêzer Kiliç û Kaya li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn û anîn ziman ku di bin navê 'hevpeyvînê' de hewl dane ku bi zorê îfadeya muwekîlên wan werbigirin.

Parêzer Esra Kiliç ku rêvebera Komeleya Dema Jinan e, anî ziman ku 16'ê Çileyê çûn Emniyeta Vatanê û hîn bûn ku ji bo 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re û biryara nepenîtiya dosyayê hatiye dayîn. Kiliç ragihand ku muwekîlên wan ji dosyayên cuda hatine binçavkirin û got, "Li Tirkiyeyê di operasyonê de mirov ji dosyayên cuda hatin binçavkirin û hewl dan ku atmosferekê biafirînin. Mînak, dosya li hemberî seroka komeleya me Dîlek Başalan di sala 2021'ê de destpê kir, lê îro girtin. Lê ji ber biryara nepenîtiya dosyayê li ser naveroka wê me nekarî agahiyan werbigirin. Ji ber ku naveroka dosyayan cuda ye, dibe sûcdariyên cuda bêne kirin. Lê belê piştî ku îfadeya wan hate wergirtin hingî em ê agahiyekê bi dest bixin. Ji ber biryara nepenîtiyê em neçar in li benda amadekirina gilînameyê bimînin."

'MIN CAREKE DIN DÎT KU JI TEVGERA JINÊ DITIRSIN'

Esra Kiliç diyar kir ku dema hevdîtin bi muwekîla xwe Dîlek Başalan re kir, hîn bû ku polîsan di bin navê 'hevpeyvînê' de bang li kesên binçavkirî kirine, hewl dane bi zorê îfedayê werbigirin, delîlan kom bikin û got, "Tevî ku Dîlek got, bêyî parêzer wê îfadeyê nede, polîsan hewl dan ku bi navê 'hevpeyvînê' îfadeyê werbigirin. Ew jî bi wan re neaxivî. Moralê wê baş bû û got, 'Piştî çend rojan ez ê derkevim, pirsgirêk nîne, em ê karên xwe dewam bikin'. Got, 'Min careke din dît ku ji tevgera jinê ditirsin'."

'BERIYA HILBIJARTINÊ WÊ HEWL BIDIN TEVGERA JINÊ KRÎMÎNALÎZE BIKIN'

Ji parêzerên OHD'ê Leyla Kaya ku bi binçavkiriyan re hevdîtin kir, anî ziman ku îfadeya li emniyetê wê îro destpê bike. Leyla Kaya diyar kir ku beriya destpêkirina îfadeyê, polîsan bi navê 'hevpeyvînê' hewl dan bi zorê û bêyî parêzeran îfadeyê ji muwekîlên wan werbigire û got, polîs timî li nezaretxaneyê bi gotina 'Parêzer hat', 'Em ê şopa tilî werbigirin' hewl dan muwekîlên wan bixapînin. Leyla Kaya got, "Dayikeke Aştiyê ya ku pê re axivîm ji min re got, polîsan jê re gotiye 'Parêzer hat' û hewl da wê bixapîne. Pirsên 'Hûn bi TJA'yê zanin?', 'Hûn bi eleqeya navbera TJA û Komeleya Dema Jinê Zanin?', 'Hûn filan kesî nas dikin?' pirsîn û hewl dan ku vê yekê li hemberî muwekîlan bi kar bînin, bi vî rengî bixin nava dosyayê. Medya alîgirê desthilatdariyê jî ji xwe jinên hatin binçavkirin doh li ser sempozyûmekê kir hedef. Diyar e ku wê beriya hilbijartinê hewl bidin têkoşîna jinê krîmînalîze bikin."

Parêzer Leyla Kaya qala şert û mercên ragirtina jinan kir û anî ziman ku nezaretxane gelekî tijî ye, xwarina tê dayin nebaş e û bi ti awayî cihekî hijyenîk nîne.