Ozturk: Pêşniyara komunê cidî ye

Hakan Ozturk anî ziman ku meseleya komun a ku Rêber Apo di perspektîfa xwe de giranî da ser, divê cidî bê dîtin.

HAKAN OZTURK

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk bal kişand ser mafdariya rexneyên Rêber Apo yên di metna xwe ya perspektîfê de li reel sosyalîzmê dike û got, "Anî ziman ku piştî şoreşa Cotmehê ev mesele li paş ma, pêvajoyeke welê destpê kir ku jin li malê bêne ragirtin û pênaseya zewacê hîn bêhtir bê destnîşankirin. Gelo ev şaş e? Rast e! Lewma xwe ji vê venagirim. Berevajî, ez tevlî vê dibim. Lewma rexne dike ku sosyalîzm pîvanên bingehîn ên Marksîzmê daniye aliyekî û bi vî rengî pratîkên reel sosyalîzmê derketiye pêş. Dibe ku tevlî vê jî bibim."

DEWLET Û KOMUN

Ozturk qala cudahiya dewlet û komunê kir ku di metna perspektîfê de heye û got, "Tespîtên di perspektîfa kongreyê de ya li ser cudahiya dewlet û komunê, ku beriya şerê çînan e, girîng e. Di wir de rewşeke bi vî rengî heye; Abdullah Ocalan dema ku van herdu pênaseyan -dewlet û komun- dinirxîne, di asteke din de dema ku qala mijara 'komun çi ye?' dike, vê yekê weke kombûna beşên cuda yên civakê li şaredariyan û rewşa têkoşînê vedibêje, her wiha dibêje ku dişibe Sowyet a li Rûsyayê. Dibêje ev yek Sowyeteke. Eger komunê dişibîne Sowyetê wê demê Sowyet a li Rûsyayê tiştekî çawa bû? Rewşa rêxistinbûyî ya karkeran bû, rewşa rêxistinbûyî ya gundiyan bû, rewşa rêxistinbûyî ya jinan bû. Sowyet di nava şert û mercên Rûsyayê de dihate wateya meclîsekê. Lewma bi vî rengî dûrî nêzîkatiyeke ku çînan ji xwe dûr dixist û talan dikir, berevajî vê yekê weke Sowyetekê dinirxand, nêzîkatiyeke ku weke komunekê dibîne, nîşan dida. Çîna karker dikarin li sendîkaya xwe bi rêxistin bikin, lê belê li Sowyetan hîn cuda bû, hîn pêşketî bû, piştî astekê gihîşt wê radeyê ku Lenîn bibêje 'Ev desthilatdarî divê li Sowyetan be'. Lewma Sowyet û komun pênaseyên ne biçûk û erzan e. Tê wateya berfirehkirina qada pirsgirêkê û piştî dîtina berfirehiya qada pirsgirêkê berfirehkirina qada çareseriyê ye. Me dikarîbû tenê qala sendîkayan jî bikira, lê belê di vir de di metna ku Ocalan destnîşan kiriye bi giranî qala komunê tê kirin. Komun ne tenê bi dewletê re nakok e, bi hemû qedemeyên ku neheqiyê bikin re nakok e, weke li Sowyetan. Ji xwe dibêje komun dikare bibe avaniyek paralelî Sowyetan, li Tirkiyeyê jî di nava şaredariyan de dikare bi cih bê anîn.

DIBÊJE RÊVEBERIYA XWE AVA BIKIN

Li Tirkiyeyê ev mantiq dikare bibe. Ya rast forûmên piştî Gezî jî tiştekî weke komunan bû. Ber bi hilbijartinê ve rêbazên weke komun, hevgirtinên bi rêbaza forûm ava bû, her kes dihat wê derê û hemû jî muxalîfên sîstemê bûn. Lewma cihê ku muxalîfên sîstemê lê li hev kom bibin tiştekî ji bo xêrê ye. Piştî Gezî jî hebû, ber bi hilbijartinê ve jî hebû. Eger em rabin vê yekê bi derfet û rewatiya şaredariyan bikin, rewşa hebûna wê bi kar bînin û bixin meriyetê, hingî wê rewşeke gelekî pêşketî rû bide. Ocalan dibêje rêveberiya xwe ava bikin. Li gel gotina vê yekê, divê em cihekî ava bikin ku her kesên gilî û gazinê ji sîstem, dewletê dike lê bicivin. Eger li Rûsyayê ev yek Sowyet be, li Tirkiyeyê jî şaredarî be em bibêjin şaredarî, komun be em bibêjin komun, meclîs be em bibêjin meclîs."

PRATÎKÊN REEL SOSYALÎZMÊ REXNE DIKE

Ozturk bal kişand ser rexneyên di metna perspektîfê de li reel sosyalîzm, Lenîn, Stalîn, Mao tê kirin û got, "Hem erênî dinirxîne, hem jî rexne dike. Mînak, rexne dike ku Sowyet li paş tê hiştin. Ez jî li paşhiştina Sowyetê rexne dikim. Reel sosyalîzmê rexne dike, ez jî rexne dikim. Diviyabû bi wî rengî nebûya."

Ozturk anî ziman ku Rêber Apo rexneyê li sosyalîzmê dike ku pîvanên bingehîn ên Marksîzmê daniye aliyekî û pratîkên reel sosyalîzmê daye pêş û got, "Ez jî tevlî vê dibim. Ji ber vê jî pêşniyara wî ya komuneke bi rêbaza komunê di cih de ye."