PAJK: Em ê mîrateya şehîdên xwe bi şoreşê tacîdar bikin

Koordînasyona PAJK'ê got, “Em ê li ser rêya ku Delalan, Peymanan, Azeyan, Agirî û Helbestên ku bi ruhê Apoyî şer kirin, têkoşîna xwe bidomînin û mîrateya şehîdên xwe bi şoreşê tacîdar bikin.”

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye:

“Em endama me ya Rêveber a PAJK-PKK’ê û Fermandara Biryargeha HPG-YJA Star Delal Amed, pêşengên me yê jin Azê Malazgirt û hevrêyên pê re şehîd bûne Egît Ozgur Ronî, Dîcle Erdem, Hozan Mizgîn, Ronahî Amed, Viyan Rûken, Viyan Mazlûm, Firat Tolhildan, Zozan Herekol, Zozan Cudî, Doktor Şoreş û Ferhat Maxmûrî ku di 11’ê Mijdara 2017’an de li Qada Botanê şehîd bûn, di pêncemîn salvegera şehadeta wan de, bi rêzdarî wan bi bîr tînin.”

Em hevrêyên xwe Endama Meclîsa PAJK’ê û endama Konseya Fermandariya HPG-YJA Starê Peyman Bagok û yek ji fermandarên me yên jin ên pêşeng Agirî Gabar û Çavrê Cîlo yên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de, di 12’ê Mijdara 2019’an de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em soza şehîdên xwe yên şoreşê dubare dikin ku bi bilindkirina ala berxwedanê bigihêjin serkeftina şoreşa jinê.

Hevrê Delal Amed a ku bi fedaî beşdarî têkoşîna azadiyê bû, îrade û tevlîbûna bêsînor ên jinên fedaî bi sekna xwe danî holê û di her şert û mercî de rêya serkeftinê nîşan da.

Ger jin li ser xeta fedaî şer bikin û têbikoşin, tê wateya ku şoreşê xwediyê xwe yê rastîn dîtiye û kes nikare şoreşê têk bibe. Jina ku di xeta azadiyê de xwe feda kiriye, li hemberî zîhniyeta serdest a mêr, pergala zayendperest, sazîbûna dewleta mîlîtarîst û êrîşên leşkerî serî hildide, dijberiya herî radîkal û sonda tolhildana dîrokî ye.

HEVRÊ PEYMAN DI PÊŞKETINA TEVGERA AZADIYA JIN DE ROLEK MEZIN LÎST

Hevrêya me Peyman Bagok ji sala 1991’ê ku tevlî nava refên azadiyê dibe, di bin her şert û mercî de xwe ji hilgirtina barê şoreşê dûr nexistiye û bûye mînaka gerîlatiya bê hempa li Kurdistanê. Li erdnîgariyeke berfireh li Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê wek fermandareke jin, şerê azadiyê bi rê ve bir. Bi coşeke mezin gerîlatî gihandiye her milekî axa Kurdistanê û bi cewherê xwe xwedî li welatparêziyê şoreşa jinê derket. Li her qadên ku weke fermandarî lê bûyî, bi pêşengiya milîtaniya xwe xeta partiyê bi têrkerî temsîl kiriye û gerîlatiya bi afirîner pêş xistiye. Bi cewhera xwe yê zelal di dilê her hevrêyekî de cihê xwe girtiye û weke yek ji fermandarên hêja û rêzdar ên partiya me roleke mezin di pêşxistina tevgera me ya azadiya jinê de lîstiye.

Hevrêya me Agirî Gabar a ku li axên berxwedanê li Botanê ji dayik bû û mezin bû, ji bo bersivê bide komploya navneteweyî ya li ser Rêberê me di sala 1998’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û heta şehadeta xwe têkoşînek bênavber meşand. Kesayeta jina azad bi fermandariyê xurt kir û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.

Hevrêya me Çavrê Cîlo ku yek ji ewladên bi cewher ên gelê Amedê ye, ji zarokatiya xwe ve ketiye nava lêgerîna azadiyê û tevlî xebatên ciwanan bûye. Şerê taybet ê dijmin yê li hemberî ciwanên Kurdistanê, bi taybetî li dijî jinên ciwan fêm kiriye û bi xwe rêxistinkirinê di sala 2011’an de tevlî nava refên azadiyê bû. Hevrê Çavrê ku bi tevlêbûna xwe ya bi coş her tim di nava hevrêyên xwe de dihat hezkirin, tevî temenê xwe yê ciwan jî di xeta azadiya jinê ya partiyê de xwe kûr kiriye û milîtaniya jinê ya bingehîn bi serkeftî pêk aniye.

Fêmkirina şehîdên me, fêhmkirina rol û mîsyona stratejîk a dîrokî ya tevgera gerîla ya jinê ya xeta têkoşînê ye. Mîrasa hemû şehîdên me yên şoreşa jinê, di serî de fermandara me Delal Amed, Peyman Bagok û Azê Malazgîrt ku têkoşîna azadiya jinê bi gerîlatiya Kurdistanê ve gihandiye lûtkeyê, îro di xeta ‘Jin, jiyan, azadî’ de bûye asta gerdûnîbûnê.

Îsrarkirina di gerîlatiya jinê de, vîna azad a li dijî êrîşên qirkirina jinê, faşîzm, qirkirin û îmhayê ku ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ya ku bi hezaran şehîd, fermandar û şervanên xwe heta van rojan feda kiriye, jin ji bindestiyê rizgar kiriye û kiriye milîtana azadiyê û pêşenga têkoşînê. Xeta partiyê ya Îdeolojiya Rizgariya Jinê bi gerîlatiya jinê, rêxistinbûna xweparastinê û têkoşîna civakî asteke bêserûber bi dest xist û bû hêvî, sembola azadiyê û yekane rêya çareseriyê. Di demeke ku şerê topyekûn ên bi çekên kîmyewî di asta hovîtiyê de tê meşandin de, bêguman yekane rêya parastina azadiya jinê, di her qadê de rêxistinkirina xweparastinê û mezinkirina gerîlatî û têkoşîna jinê ye. Di rastiya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ku weke tundiya li ser jinê û civakê hatiye girankirin, bêyî xweparastinê ne pêkan e ku têkoşîna azadiyê bi ser bikeve.

Em ê li ser rêya ku Delalan, Peymanan, Azêyan, Agirî û Helbestên ku bi ruhê Apoyî şer kirin têkoşîna xwe bidomînin û mîrateya şehîdên xwe bi şoreşê tacîdar bikin.”