PAJK’ê Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî

PAJK’ê Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi daxuyaniyeke nivîskî sê şoreşgerên pêşeng bi bîranîn. PAJK’ê got: “Tevgerên azadiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê hewl didin mîrateya ji dîroka civakî girtine derbasî îro bikin.”

Koordînasyona PAJKê derbarê 41. salvegera darvekirina Deniz Gezmiş, Yusuf  Aslan û Huseyin İnan û salvegera komploya 6ê gulanê ya li dijî rêberê gelê kurd Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de PAJKê bi bîr xist ku 6ê Gulana 1996an li paytexta Sûrî Şamê li dijî rêberê gelê kurd Ocalan komployek pêk hatiye.

PAJK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Tevgerên azadiyê yên kurdistan û tirkiyê hewl didin mîrateya ji dîroka civakî girtine derbasî îro bikin.”

Derbarê sê şoreşgerên pêşengde daxuyanî wiha dewam dike; " Em li ber sê şehîdên Şoreşê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, ji jinên Tirkiye û gelan re diyar dikin, em ê xwedî li bîranînên wan û biryardariya wan derkevin.  Em ê hesabê komploya 6'ê Gulanê bipirsin. Lêpirsîna her cûre komploya hêzên modernîteya kapîtalîst ya li hemberî gelan pêk anî, biryardariya herî giring ya demê ye.

PAJK’ê got: “Em wek jin bawer dikin, mayîndebûn û pêşveçûna pêvajoyê girêdayî vê rastiyê ye û em jin dema dîroka xwe îro dinivîsin, bi hêza wateyê destgirtina paşerojê wek şêwazê jiyanê digirin dest. Li ser vî esasî emê xwedî li şîara Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan derkevin ku li ber sêdarê wek bêqêrin rûyê hêzên desthilatdar wiha îfade kirin ' Bijî biratiya gelên Tirkiyê'. Em  bi biryardarî dibêjin, ji bo hêzên komploger eşkere bibin û careke din nekarin derkevin holê, emê pergala xwe ya civakî saz bikin, biparêzin û mayînde bikin. Weke PAJK bi baweriya ku qonaxa rizgariya demokratîk û jiyana azad wê ji bo gelên rojhilata navîn derfetên jiyanê yên nû bîne, di serî de jin bang li hemû gelê xwe dikin ku tekoşînê bilind bikin.”