PAJK: Divê gelê kurd bi ruhê Newrozê bihereke Amarayê

PAJK: Divê gelê kurd bi ruhê Newrozê bihereke Amarayê

Koordînasyona PAJK’ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo meşa Amara banga tevlibûnê ya  bi ruhê Newrozê kir.

Koordîsyona PAJK’ê bi wesîleya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da.  Di daxuyaniyê de hate kirin ku di nava civakê de rojbûnên kesayetên pêşeng her tim bi rêzdarî hatine pêşwazîkirin û ew ji bo pêşeroja civaka wek zayînê tê qebûlkirin û got: “Kesên pêşniya nirxên jiyana azad û bi wate vedikin, din ava civakê de nemir dibe.  Ev kesên vê mîsyonê digirin ser xwe tu carî  wek kes nayên dest gitin û ‘Gel bi rêbertiyê, Rêbertî bi gel re’ digirin dest. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd û jinên kurd xwedî wate ye û di rojbûna xwe de wisa tê nirxandin.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir:

“Rêber Apo di dîroke ku kurd hatibûn ji bîrkirin, zindî bû. kurdên k udi her alî dihatin qirkirin, ji nû ve vejiyan.  Rêber Apo ruhê yekitiya netewî ava kir. bûye garantiya parastina hebûn fîzîkî û siyasî. Ji bilî vê gelê me yên ku derveyê demê hatibû girtin, bi nirxên hevdemî re anî cem hev. Gelê me bi felsefeya jiyana azad a Rêber Apo bûye gelê herî berxwedêr, siyasî û rêxistinkirî. Ji ber vê sedemê bi biryar û coşek mezin xwedî li serokatiya xwe derdikevin. Baweriya bi rêbertiyê jî bi hêz bûye.”

Di axuyaniyê de Newroza Amedê jî hat silavkirin û got ew pêvajoya ku serokatiyê daye dest pê kirin jî silav dikin û wiha got: “Newroza 2013’an wêneyên baweriya bi serokatiyê bû. wêneyekî şoreşga azadiyê bû. di serî jin, ciwan, kal û pîr, her kesî navê rêhevaltiya serokatiyê danîn.ligel hemû êrîş û tengasiyan bûn hevparê pêvajoya Rêber Apo.  Bi mîlyonan peyama Ocalan guhdarî kri. Biryara xwe ya bi çareseriyê danîn holê.”

JIN 4’Ê NÎSANÊ WEK ROJBÛNA XWE DIBÎNIN

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe got jin 4’ê nîsanê wek rojbûna xwe dibînin û wiha pê de çû: hevaltiya Rêber Apo ya jinan re têkiliyeke azadiyê ye. zilan, Sema û Viyan di vê evînê de bûn xwedavend. Sakîne, Arjîn, Rojbîn, Berfîn û hezaran bû meşale. Em wek tevgera jinê, pêşxistina têkoşînê wek esaseke sereke jiyanek azad û girêdayîna bo şehîdan dibînin.  Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye, rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye.  Her çiqas em nebînin jî, kes nekare bikeve navbera hezkirina me. hêzê bi rêxistina ya jinên ku xwe dikare di her mijarê de biparêze, ji bo azadiya Rêber Apo kiriye xelek. Heta encamekî negire şûnde gavê navêje.  Ji bo pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo daye destpêkirin negihêje serkeftinê, emê bi  hemû hêza xwe têbikoşin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek tevgera jinê biryara e ya pêşvekirina têkoşînê biline. Em bang li hemû gelê kurd û jinên kurd dikin ku bit evli meşa Amarayê bibin.  Em rojbûna Rêbertiya xwe bi vê atmosferê pîroz dikin û em li ku dibin bila bibin, dilê me berbi Amarayê ve dihereke. Em dayika xwe ya pîroz dayika Uveyş silav dikin, li hember bîranîna wê ya bi nirx bejna xwe ditewînin. Em bang li hemû gelê kurd û jinan dikin ku bil ali Amara bibin yek beden û coşa xwe mezin bikin.”