Ocalan: Sedsala 21'emîn dê bibe şoreşa jinan

Ocalan: Sedsala 21'emîn dê bibe şoreşa jinan

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama ji 2'yemîn Kongreya Meclîsa Jinan a BDP'ê re şandî de wiha got "Sedsala 21'emîn dê bibe şoreşa jinan. Jin, temînata mafên mirovan û demokratîk bûnê ye. Geşedanên li gorî jinê nebin sernakevin. Gelê jinên wê azad nebin azad nabe. Hêj gotina me ji bo jinan bi dawî nebûn e"

2'yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Jinan a BDP'ê ya bi slogana "Jina rêxistînî, rizgariya demokratîk û jiyana azad" li Salona Sporêl ya Ahmet Taner Kişlali bi axaftina Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Naîle Balî dest pê kir. Ji serokatiya dîwanê re Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Kibriye Evren, Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytekîn hatin hilbijartijn. Seroka Diwanê Kîbriye Evren bi gotina "Ez hemû mêvanên ji Cîhan, Ewropa û her perçeyên Kurdistanê hatin silav dikim" dest pê kir. Piştî rojeva kongreyê hate qebûlkirin sînevîzyon hate pêşandan. Di sînevîzyonê de wêneyên jinên pêşeng, zarokên kurd ên hatin qetilkirin, jinên hatin qetilkirin, wêneyên wekîl û şaredarên girtî hatin pêşandan.

DI KONGREYÊ DE JI OCALAN RE SILAV

Evren, di axaftina xwe de wiha got: "Em vê kongreyê ji bo berxwedana Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan 14 sasllin li Îmraliyê dike silav bikin dikin. Ji hemû kesên hatin vir re silav. Piştî axaftina Evren Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kurdî û Kîbriye Evren jî bi tirkî xwendin.

OCALAN: SEDSALA 21’Ê DÊ BIBE SEDSALA ŞOREŞA JINÊ

Peyama Ocalan ji kongreyê re şandî wiha ye:

"Ez bi dil û can ji girîngîyekê bawer dikim ku jin wê bên rêxistin, bername û awaya jiyana xwe wê ji nû ve ava bikin û jin li ser vê rêyê wê bi hêman û prensipên xwe bimeşin. Ez gelekî qiymet didim ew jinên ku li ser vê rêyê jiyana xwe wenda kirine. Hewce ye ku jin berê bên dinê nebin jînên mêran, bibin jinên gel, evîn û bedewiyê.

Ez bawerim ku di pêvajoyên aşitiyê de jî jin, dilpakîyên hilaw hêj jî pêşve bibin, ne wek kolan girêdayi, wek azadîperweran bibin hêza bedewiyê. Dibe kû ev rewş di sersala bistûyekemîn de bibe xebata herî mezin a şoreşgeriyê. Ez nikarim hestên xwe yên di derbarê jinan de bi peyvan bînim ziman. Hem di ramana xwe de hem jî di jiyana xwe de heya kû ji destê min hat ez bûm hevalê jinan.

Hêviya min a herî mezin ew bû kû jin bibin xwedîi rêxistin. Pirsgirêka min a herî mezin ew bû kû jin di dîrok û erdnîgariya wê axê de wek îlaheyekê bû û îro hatiye ji bîr kirin û jiyan jê re bûye wek goristanekê. Ji ber vê yekê ez ketim nava tekoşîneke azadiyê. Li ser van prensîban ez û tekoşîna min gihişte jinan. Ji bo min azadiya jinan ji axê û çandê girîngtir e. Ji bo jin azad bibin ez xebitîm û hêj jî dixebitim.

Zewaca kû li dûrî îrada xwe qebul nekin. Nehêlin kû tû kes we wek metayekê bifroşe. Cihê we ne tenê mala we ye. Divê hûn li her deverê jiyanê bin, bibin xwediyê peyvê, li her derî hûn biaxivin. Hewce ye hûn bibin azadîperwerên jinan. Bêsincî û bêexlaqiyek mezin û desthilatdariyeke mezin li ser jinê ye. Xweda xwe bi xwe, xwe diafirîne. Jina azad wek rojekê ye. Jin û jiyan wateyeke bilind û mezin e. Girînge jin bibin xwedî hêz, qawet, azadî û biryarê. Jin hebûneke bi qedr û qîmet e. Ji vê yekê peyva jin û jiyanê ji bi qîmet e.

Ez vê rastiyê hê di parêzim kû Jiyanek bê jin na be lê bi vî awaya jinê jî jiyan nayê meşandin. Jin ger bixwaze dikare xwe ji koletiya 5 hezar salan xelas bike. Jin ji bo kû jiyanekê azad biafirînin û pêşve bibin xweyê derfetên mezinin. Jiyanê seranser bi civakî û bedewnasî hûn wê ava bikin. Bi vê awayi hûn ê me meran jî sererast bikin. Yekitiya bilind a jinan gelek girînge. Di çanda rojhilatanavîn de jî ev rastî heye. Ger hun biçin Hitit û Sumeran wê baweriya we bêhtir ji wê bê. Ji bo vê yeke sebra we heye, keda we heye û xweşikiya we heye. Ji bo bingeha hemû xebatên xwe lêgerîna jina azad cîh bikin. Bi hêvî bin, kedê bidin, bi bawerî bin. Hûn li rojhilatanavîn ji jinê re pêşengiyê dikin. Hun dikarin bi vî awayi bibin rêber. Qîmetdayina jinê ev e.

Ger tekoşîna azadiya jinê tunebûya wê jin weke koleyan jiyana xwe berdewam bikirina. Jiyana Sakîneyê weke mînak e. Azadiyê jinê tekoşîna Sakîneyê ye. Hewceye kû hûn kuştina Sakîneyê bipirsin û eşkere bikin. Jinên leheng ên şehîd hene. Hemû bi qîmetin, hemûyan ji can û dil bi bîr tînim. Jiyana herî baş mafê wan jinên kû êş kişandine. Hewildanên min ên ji bo aşitiyê bersiva miraza wan şehîda ne. Dema aşitiyê ji bo pêşveçûna jinê derfetek mezin e. Divê herdem ji bo aşitiyeke kûr partîzaniyê pêk bînin. Bala xwe bidin tevgera aşitî û demokrasiyê, rêbertiyê bikin, aşitî kare jinê ye. Ger hûn rêberiya tekoşîna azadî û demokrasiye bikin hûnê kesayeteke partizanî biafirînin. Jin ewlayiya mafê mirovatiyê û demokrasiyê ye. Pêşveçûnên jina tê de cîh ne girtî ser nakevin."

Di dema peyam hate xwendin jinan slogana "Bijî Serok Apo" qêriyan.