Nûriye Gulmen li Enqerê hate destgîrkirin

Akademîsyen Nûriye Gulmen a piştî bi BHQ’ê ji kar hate dûrxistin û bi daxwaz ‘Karê xwe dixwazim’ dest bi greva birsîbûnê kir û piştî 324 rojan û şûnde dawî li çalakiya xwe anîbû, hate destgîrkirin.

Akademisyen Nûriye Gulmen ku bi Biryanameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatibû dûrxistin û bi daxwaza "ez karê xwe dixwazim" tevî mamoste Semîh Ozakça li Kolana Yukselê ya Enqereyê dest bi gerav birçîbûnê kir û 324 roja di grevê de ma hate destgîrkirin.

Gulmen li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku hatiye binçavkirin. Gulemnê got: "Hat gotin ku derbarê te de biryara lêgerînê heye û ji belko'yê hatim daxistin. Min dibin qereqolê."

Her wiha Buroya Hiqûqê ya Gel jî li ser hesabê xwe yê Twitterê de got: "Muwekîla me Nûriye Gulmen li derketina balafirgeha Enqereyê ji wesayîta serwîsê hate daxistin û hatiye binçavkirin."