BI DÎMEN

Nûnerên jinên azad: Sara, Leyla, Fîdan

Gerîlayên HPG û YJA Starê, di salvegera komkujiya Parîsê de her sê şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn û gotin, "Em ê bi doza Sarayan re dilsoz bin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê, di salvegera komkujiya Parîsê de her sê şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn û gotin, "Em ê bi doza Sarayan re dilsoz bin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin."

DÎCLE ROJHILAT: ÊRÎŞÎ XETA AZADIYÊ YA JINÊ KIRIN

Dîcle Rojhilat her sê jinên şoreşa Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi rêzdarî bibîr anî û diyar kir, komploya Parîsê komployeke navneteweyî ye ku ji aliyê hemû hêzên komploker ve hatiye plankirin. Rojhilat da xuyakirin, ku ev komkujî yekser li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Jinê û gelê Kurd hatiye kirin û got, "Hevala Sara ji bo me nûnera xeta azadiya jinê ye. Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan jî. Qetlîamkeran bi vê baş zanî bûn. Bi dilsozî û hesasiyeta Rêberê me ya ji bo xeta azadiya jinê zanî bûn. Lewma bi rengekî namerdî ev komkujî kirin." Rojhilat destnîşan kir, ku ew ê bi eşqa azadiyê ya Sarayan têbikoşin.

NÎZAR ZÊRÎKER: FRANA BI BÊDENGIYA XWE BÛYE HEVPARÊ KOMKUJIYÊ

Nîzar Zêrîker piştî ku her sê şoreşger bi rêzdarî bibîr anî diyar kir, ku hesabpirsîna ji qetlîamkeran gelekî girîng e û got, "Divê neyê ji bîr kirin hesabê vê komkujiyê û hemû komkujiyên din wê were pirsîn." Zêrîker diyar kir, ev komkujî bi rengekî gelekî zirav hatiye plankirin û wiha dewam kir: "Kujer kî dibe bila bibe, rola Parîsê ya di vê komkujiyê de mezin e. Fransa bi bêdengiya xwe û bi ronînekirina dozê re nîşan dide ku hevkarê qetkîlamkeran e." Zêrîker diyar kir, di dîroka wan a têkoşînê de cihê Sakîne Cansiz gelekî girîng e û got, "Ew nûnera azadiya jinê bû. Lewma weke hedef hevala Sakîne hat hilbijartin. Xwestin bi vê yekê re derbê li paradîgmaya Rêberê me ya ji bo azadiya jinê bixe. Lê belê bi ti awayî bi ser neketin. Têkoşîna Rêberê me ya ji bo aştiyê, berxwedana gelê me, tevgera PKK'ê û jinên cîhanê ev komkujî pûç kir."

ARJÎN MÊRDÎN: XWESTIN DERBÊ LI AZADIYA GELAN BIXIN

Arjîn Mêrdîn destnîşan kir, ku komkujiya Parîsê komkujiyek li dijî xeta azadiya jinê ye û got, "Rêberê me ji destpêka damezrandina tevgera azadiyê û vir ve ji bo jiyaneke bi hev re û azad a gelan têkoşiya. Her tim bû alîgirê aştiya navbera gelan. Ji bo mirovahiyê bi şev û roj xebitî û ji bo aramiya gelan têkoşîya. Bi taybetî ji bo Tevgera Azadiya Jinê têkoşiya. Di vê rêyê de yek ji hevrêyên wî yên herî girîng jî hevala Sara ye, ku nîşaneya azadiya jinê ye." Mêrdîn bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ji bo jiyana azad a gelan ji aliyê Ocalan ve hat destpêkirin û got, "Lê belê di serî de rejîma Erdogan a dîktator û faşîz, hêzên din ên emperyalîst nexwestin vê bibînin Mîna komkujiya Parîsê xwestin derbê li azadiya gelan bixin." Mêrdîn işaret bi girîngiya têkoşîna li dijî komkujiyan kir û got, "Di vê demê de divê jin li dijî zîhniyeta faşîst û paveşrû, li dijî rejîma Erdogan a jinan tine dihesibîne, dakevin qadan û ji bo azadiyê li ber xwe bidin."

AVESTA GEVER: MEŞA LI SER ŞOPA JINÊN AZADÎXWAZ, WEZÎFEYEKE PÎROZ E

Avesta Gever anî ziman, nepekane ku ev komkujiya Parîsê ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevger azadiya jinê hatiye kirin bê jibîrkirin û destnîşan kir, meşa li ser şopa nûnerên xeta azadiya jinê Sara, Leyla û Fîdan, ji bo wan wezîfeyeke pîroz e. Gever diyar kir, di vê dema ku komkujiya jinan gelekî zêde bûye, berpirsyariya wan e ku bi rengekî bê navber têbikoşin û got, "Çawa ku li Parîsê Sara yên ji bo azadiyê têdikoşin hatin kuştin, li Silopiyayê jî Sêvê, Fatma û li Cizîrê Dayika Taybet kuştin. Jinên azadîxwaz her tim dibin hedef. Jİ ber ku jin çavkaniya jiyanê ye." Gever bang li hemû jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin û di nava refên têkoşînê de cih bigirin.

AZAD TATVAN: SARA, LEYLA Û FÎDAN HÊVIYA AZADIYÊ YA JINAN E

Azad Tatvan da xuyakirin, ku bi komkujiya Parîsê re êrîş li azadiya jinê hate kirin û bi vî rengî hat xwestin, jiyan tev bê tarîkirin. Tatvan anî ziman, Sakîne, Leyla û Fîdan şoreşgerên xwedî hêviya azadiyê ya jinan bûn û got, "Ew nûnerên civaka azad a bi jinên azad bû. Lewma bûn hedef û hatin kuştin. Ne pêkane ku em vê komkujiyê û yên berî û piştî wê ji bîr bikin. Em ê tola wan hilînin."

BÊRÎVAN HARÛN: PÊWÎSTIYA JINAN BI XWEPARASTINÊ HEYE'

Bêrîvan Harûn diyar kir, li dijî zîhniyeta despotîk û serdest a mêr, pêwîstiya jinan her tim bi xweparastinê heye û destnîşan kir, ku ev yek mafê rewa yê jinan e. Bêrîvan Harûn got, "Ji bo azadiyê divê bi her awayî xweparastin bê kirin. Bi çekê, bi siyasetê, bi rêxistinbûnê divê têkoşîn were meşandin. Ji ber ku jin jiyanê dibexşîne." Harûn destnîşan kir ku ew ê ji niha û pê ve hê bi xurtî di xeta azadiya jinê ya Sarayan de bimeşin û xwedî li keda hemû jinên şoreşger derkevin.