Norwêç siyasetmedara Kurd teslîmî Tirkiyê dike

Gulîzar Taşdemîr ku bi salan di nav Tevgera Azadiya Kurd de têkoşiyayî û ji bo ku tedawî bibe çûyî Norwêçê, wê radestî Tirkiyê were kirin ku Tirkiye tim bi êşkenceyan li rojevê ye.

Gulîzar Taşdemîr ku nêzî 27 salan li çiyayê Kurdistanê gerîlatî kirî û ji bo nexweşiya xwe, ji bo ku tedawî bibe 2015’an, Îlonê serlêdana bicihbûna siyasî li Norwêçê kiribû. Serlêdana Taşdemîr ji hêla Norwêçê ve nehate qebûlkirin û ji bo vê jî derbasî Elmanyayê bû û xwest dîsa îltîca bike. Lê serlêdana Taşdemîr ji ber peymana Dublînê nehate qebûlkirin û ew teslîmî Norwêçê kirin. Di rewşa berdest de Norwêç ji bo ku Taşdemîr bide Tirkiyê pêvajo da destpêkirin.

JI BO KU BIRYARA RADESTKIRINÊ WERE RAWESTANDIN BIRYARA ÇALAKIYA LEZGÎN

Ji hêla hemû cîhanê ve tê zanîn ku Taşdemîr, a demeke dirêj li nav refên PKK’ê mayî, heke radestî Tirkiyê were kirin wê êşkence lê were kirin. Bi taybetî piştî dîmenên hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê êşkenceya dewleta Tirk ji hêla hemû cîhanê ve hate dîtin. Parêzerên Taşdemîr ji bo ku ku Taşdemîr radestî Tirkiyê neye kirin gelekî hewl didin, her wiha saziyên Kurd jî ji bo vê xwe ji bo çalakya lezgîn hazir dikin.