BI DÎMEN

Nobedarên vê hefteyê Jinên Êzidî ne

Çalakiya Nobeda "Azadî ji Ocalan re", ku di hefteya 249. de ye, ji aliyê jinên endamên Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) ve tê meşandin.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, roja Yekşemê ji aliyê endamên SMJÊ Fîkriya Ferho, Cîhan Hewran, Zerê Daban, Gewrê Şaka, Tembiya Alkiş û Nûrê Alkiş ve dewr hat girtin.

Endamên SMJÊ destnîşan kirin, ku ew ê ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti tawîzê endin.

Li ser navê endamên Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) Fîkriya Ferho daxuyanî da û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd a ji aliyê ronîkirin û naskirina jiyana jinê.

Ferho diyar kir, ew Ocalan weke lîderê xwe dibînin û ji bo dawî li esareta wî bê anîn tevlî çalakiyê bûne. Fîkriya Ferho got, ew ê heta dawiyê xwedî li rêberê xwe Ocalan derkevin.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re", ku vê hefteyê ji aliyê jinên Êzidî ve tê girtin, di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kiribû. Ji hingî ve, ev 249 hefte ne bi rengekî bênavber dewam dike. Heta niha bi sedan koman nobed girtine.

Di çarçoveya çalakiya nobedê de bi sed hezaran kesî re hevdîtin hatiye kirin û bi rêya belavokan, agahî hatiye dayîn.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" çalakiya herî demdirêj û bênavber a Kurdên li Ewropayê ye.