Nîmet Akgun li dijî tundiya mêr, xwe parast

Nîmet Akgun a li Enqereyê dimîne, li dijî mêrê pê re zewicî Alî Akgun ê ku tundî li wê û keça wê ya astengdar kir, xwe parast.

Nîmet Akgun a 75 salî ku li taxa Bahçelerustu ya navçeya Mamakê ya Enqereyê dimîne, Alî Akgun ê 80 salî ku tundî li wê û keça wê ya astengdar dikir kuşt û bi vî rengî xwe parast.

Nîmet Akgun û mêrê pê re zewicî Alî Akgun ji ber sedemeke ku nayê zanîn nîqaş kirin. Piştî demeke kurt nîqaş veguherî pevçûnê û li ser vê yekê Nîmet Akgun xwe bi kêrê parast.

Piştî bûyera ku doh êvarê qewimî Akgun hate destgîrkirin.

PIŞTEVANIYA MOR PIŞTGIRÎ DA

Piştî ku bûyera hate bihîstin Piştevaniya Mor bi sernavê "Xweparastin maf e" peyamek weşand û piştgirî da Nîmet Akgun.