Newekheviya jin û mêr a di kar de zêde ye

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê lêkolînek hate kirin. Li gorî lêkolînê, tevî pêşketina bîst salên dawî jî newekheviya jin û mêr a li nava kar hê zêde ye.

Lêkolîn ji aliyê Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate kirin. Li gorî lêkolînê, di navbera mafên jin û mêran de bi taybetî li qada kar, ferqeke gelekî mezin heye.

Di lêkolînê de hate ragihandin, ku tevî pêşketina 20 salên dawî yên li ser mijara wekheviya jin-mêr jî, di mijara xwegihandina bazara kar, bêkarî û mercên kar de newekheviyeke cidî hê heye.

Lêkolîn bi sernavê "Pirsgirêkên civakî û kar ên global: Nêrîneke giştî li meylên der barê jinan a sala 2018'an" hate weşandin. Di raporê de hate destnîşankirin ku rêjeya tevlîbûna jinan li qada kar, li gorî mêran hê gelekî kêm e. Li gorî vê yekê, rêjeya jinên sala 2018'an tevlî kar bûn 48,5 ji sedî ye, lê ev rêje di nava mêran de digihêje 75 ji sedî. Ev yek jî nîşan dide ku jin hê di asteke girîng de li derveyî kar tên hiştin.

Rêjaya bêkariyê ya jinan li gorî ya mêran gelekî bilind e. Rêjeya bêkariyê ya jinan 6 ji sedî ye, ya mêran bi 0,8 pûanî kêmî ya jinan e.

Alîkarê Midûrê Giştî yê ILO Deborah Greenfield rapor eşkere kir û got, "Tevî pêşketinên girîng û hewldanên ji bo pêşketinê jî, perspektîfa kar a jinan li gorî ya mêran dûrî wekheviyê ye."

Aliyekî din ê balkêş ê tespîta ILO jî welatên ku newekheviya jin û mêran a li qada jiyanê ye. Li welatên rojhilatê Ewropayê û Bakurê Amerîkayê rêjeya bêkariyê ya jinan li gorî ya mêran kêm e. Ji aliyê giştî ve li welatên bi pêş dikeve cudahî kêm e.

Lê belê di serî de li welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê, li welatên bi peş dikevin cudahiya navbera rêjeya bêkariya jin û mêr gelekî zêde ye. Li welatên Rojhilat Navîn û bakurê Afrîkayê rêjeya bêkariya jinan bi du qatan ji ya mêr zêdetir e.