Newaya Jin: Tolhildana me wê şoreşa jinê be

Hejmara 225’an a rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Tolhildana me wê şoreşa jinê be’ derket.

Hejmara meha Kanûnê ya Newaya Jin ku li Ewropayê weşanê dike, derket. Rojname di salvegera 1’emîn a şehadeta Evîn Goyî de ku li Parîsê hate qetilkirin, bi manşeta “Tolhildana me wê şoreşa jinê be” derket.

Di hejmara dawî ya salê de; ji aliyê tevgera azadiyê ya jinê ve sala 2023’an, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’emîn û Kurdistan, analîza çalakî û merasîmên 25’ê Mijdarê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta Konseya Ewropayê, encamên sirgun û koçê ya Komkujiya Mereşê û mijarên bi vî rengî cih digirin.

JI BO BÎRANÎNA EVÎNÊ: ME SOND XWARIYE

23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parîsê bi Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil re yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara) hate qetilkirin. Ji bo bîranîna Evîn Goyî yek ji nivîskarên rojnameyê Haskar Kirmizgul nivîsek bi sernava ‘Me sond xwariye’ nivîsand.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3’EMÎN

Ruşen Samsat li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku bi şerê Îsraîl-Fîlîstînê re car din kete rojevê û krîza hegemonyaya cîhanî nirxand.

SALA ŞOREŞA JINÊ

Hêja Zerya jî geşedanên derbarê azadiya jinê ya sala 2023’an, nirxand û got: “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê û Komara Tirkiyeyê de, sîstem qirkirinê ya Îmraliyê belavî hemû Kurdistanê bû û stratejiya temamkirina qirkirina Kurdan hate kûrkirin.”

TECRÎD Û HELWESTA KONSEYA EWROPAYÊ

Yek ji nivîskarên rojnameyê Havîn Guneşer têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta Konseya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê, nivîseke rexnekirinê nivîsand.

Di rojnameyê de nirxandineke Abdullah Ocalan a 27’ê Mijdara 1997’an, hate weşandin.

Nivîseke Nazan Ustundag a derbarê çalakî û merasîmên 25’ê Mijdarê jî hate weşandin.

Di hejmara nû ya rojnameyê de Komkujiya Mereşê jî nehate jibîrkirin.

GUNDÊ JINAN UMOJA

Necîbe Qeredaxî ku di hejmarên berê ya rojnameyê de qala civîna jinan a li Kenyayê kiribû, di vê hejmara rojnameyê de hevpeyvîna xwe ya bi yek damezrênerên gundê Umojayê Rebecca Lolosolî re ragihand.

Rûpelên Kurdî yên rojnameyê jî bi gotar, rojname û analîzan qala geşedanên her çar parçeyên Kurdistanê dike.