Newaya Jin: Soza me ya ji bo dayikan, welatekî bi kulîlkan xemilandî ye

Hejmara meha Gulanê ya kovara jinê Newaya Jin gihîşte ber destê xwendevanan. Hejmara 194'an bi manşeta "Soza me ya ji bo dayikan, welatekî bi kulîlkan xemilandî ye" hate weşandin.

Hejmara 194'an a Newaya Jin bi manşeta "Soza me ya ji bo dayikan, welatekî bi kulîlkan xemilandî ye" gihîşt ber destê xwendevanan.

Di hejmara vê mehê de Zîlan Diyar dayiktiya li Kurdistanê nirxand û bal kişand ser polîtîkayên ku dewlet li dayikên Kurd ferz dike. Zîlan Diyar daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar bi bîr xist û destnîşan kir ku zalim wê li ber lingê dayikan bigerin û lêborînê bixwazin.

GIRÎNGIYA ZIMANÊ DAYIKÊ

Yek ji rojeva bingehîn a hejmara meha Gulanê jî hebûna zimanê dayikê û berxwedana Kurdî ya li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ye. Ji rêveberên Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava Viyan Cûdî qala serpêhatiya perwerdeya bi zimanê dayikê kir ku bingeha wê sala 2007'an hate danîn. Roza Metîna jî bal kişand ser avaniya etîmolojîk a Kurdî.

CIVAKA ÊZIDÎ AMADE YE KU XWE BIPARÊZE

Gefên li ser Şengalê yên Hewlêr-Bexda û Dewleta Tirk dewam dikin. Endama Tevgera Jinên Azad ên Êzidî Soham Şengalî li ser rewşa Şengalê ya berî û piştî fermanê bersiv da pirsên rojnameyê û destnîşan kir ku civaka Êzidî amade ye ku xwe li dijî êrişan biparêze.

'JINÊ FEDAYÎ MALBATÊ DIKIN'

Ji nivîskarên rojnameyêe Nazan Ustundag jî li ser betalkirina Peymana Stenbolê nivîsî û diyar kir ku rakirina peymanê tê wateya peyama 'Dewama malbatê ji jiyana jinê girîngtire'.

Zerya Gul jî di rêze nivîsa xwe ya têkildarî polîtîkayên li dijî beden û zayentiya jinê de vê mehê polîtîkayên ku jinê dike meta û mêtingeriya li dijî jinê dinirxîne.

Di rûpela Jineolojiyê de jî gotara Sarah Marcha ya li ser danasîna karên Enstîtuya Andrea Wolf a li Rojava heye.

FESTÎVALÊN 'TACA ZÊRÎN'

Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî balê dikişîne ser mijareke balkêş û girîng. Zagros detayên li ser Festîvala Taca Zêrîn parve dike ku bi pêşengiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji sala 2015'an ve li Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin. Zagros diyar dike ku jinên ciwan ên bi 'turban' ên navbera 13-20 salî tevlî van festîvalan dibin û dikevin pêşbirkê.

'DÎPLOMASIYA BI JINAN RE'

Di hejmara nû de têkildarî tevna têkiliyê, tifaq û lêgerîna dîplomasiyê ya Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd hevpeyvîn hatiye weşandin ku buroya navborî di meha Gulanê ya sala 1999'an de li Elmanyayê ava bû.

'MIZGÎNA ME'

Muzîsyena Kurd Bermal Çem li ser biyografiya hunermend û şoreşger Gûrbet Aydin nivîsî.

Di kategoriya hunerê de jî albûma destpêkê ya muzîsyen Yildiz Arslan a bi navê "Qirayîş" hate nasandin.