Newaya Jin: 15’ê Tebaxê lehengiya kedê ye
Hejmara 209'an a rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin ku li ser rojeva Tebaxê ya ku di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e, derket.
Hejmara 209'an a rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin ku li ser rojeva Tebaxê ya ku di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e, derket.
Hejmara 209'an a rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin derket. Rojname, bi kadroyên xwe yên nivîskarên dewlemend, rojeva meha Tebaxê ku meheke girîng a dîroka Kurdan e û her wiha bûyerên girîng ên meha borî li Kurdistanê û cîhanê qewimîn ronî dike.
Di manşeta rojnameyê de gotara Songul Omûrcan ya li ser girîngiya 15’ê Tebaxê û girîngiya parastina cewherî ya tevgera jinên azad a li çar perçeyên Kurdistanê nirxand. Omûrcan dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê bi kurtî dinirxîne û behsa qonaxên têkoşîna jinan dike; Ew balê dikişîne ser vê yekê ku îro rêxistina YJA Starê nasnameya rêxistinî û çalakî ya jinên Kurd e.
LI ŞENGALÊ BER XWE DAYÎN DÎROK E
Yek ji rojeva girîng Şengal û Fermana Êzidiyan e. Netewî Xemgîn yek ji şahidên zindî yên fermanê ye. Xemgîn di gotara xwe ya bi zimanê kurdî ku bi sernavê "Hatin PKK’yî, hatin' heval!" Berê fermanê, dema fermanê û piştî fermanê bi hemû rastiya xwe rave dike.
Nivîskarek din ku li ser heman mijarê disekine Hêja Zerya ye. Hêja Zerya sernavê "YJA bi çanda xwe ya kok li axa xwe xwedî derdikeve" bal kişand ser pozîsyona stratejîk a Şengalê li erdnîgariya Rojhilata Navîn. Rola jinê di parastina baweriya Êzidiyan û xwenasînê de nirxand û diyar kir ku berxwedana li Şengalê tenê bi berxwedana hemdemî re sînordar nîne û wiha got: “Berxwedana li Şengalê dîrokî ye, bi kok e û parastina nirxên jin û civakê dike, cewherê exlaqî û polîtîk û prensîba estetîke. Kûrahî û koka berxwedanê, berfirehî û berdewamiya êrîşan jî ji vir tê."
Di meha Tîrmehê de nivîskar Yurdusev Ozsokmenler, Nilufer Koç, Roza Metîna, Nurhaq Gulbahar û Nazan Ustundag geşedanên girîng ên rojane yên li Tirkiye, Kurdistan û cîhanê girtin dest.
Yurdusev Ozsokmenler ku li ser zagona sansurê ya ku tê xwestin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikeve meriyetê gotareke berfireh nivîsand û got, ‘Dîroka Tirkiyeyê di heman demê de dîroka sansurê ye.’ Mînakên sansurên ku ji aliye II. Abdûlhamît ve hatine kirin, ji biryarnameyên sansurê yên salên 90’î heta bi rêziknameyên ku AKP’ê çapemenî bi xwe ve girêdide, sansureke berfireh dike.
Roza Metîna ya ku qanûna sansurê bi kurdî nivîsand, bal kişand ku di mehên borî de bi girtina 16 rojnamevanan re hejmara rojnamevanên girtî gihîştiye 76’an. Roza Metîna diyar dike ku qanûna sansurê nixumandina heqîqetê ye û dij-civakî ye û ev yek jî derbeyek li hiqûqê ye.
Nivîskar Nîlûfer Koç di gotara xwe ya bi sernavê “Mafê tayinkirina çarenûsa xwe û têkoşîna Kurdan” ya vê mehê de; mafê çarenûsiya gelan û serdemên ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li pey xwe hiştine ronî dike. Nûrhaq Gûlbahar di gotara xwe ya ku rola jin û civakê di parastina welat de vedibêje, bal kişand ser Başûrê Kurdistanê. Li aliyê din nivîskar Nazan Ûstûndag, di rojeva cîhanê de vê mehê qedexeyên kurtajê yên li Emerîkayê nirxand. Ûstûndag, bal kişand ku jin li Emerîkayê di nava têkoşîna jiyanê de ne û got, "Ev yek pêwîstiya têkoşîna jinan a navneteweyî ya ku li dijî şer, dewletan xwe bi rêxistin bike nîşan dide."
JI EKVADORÊ NOTÊN JINEOLOJÎ
Di rûpela Jîneolojiyê de, notên Zîlan Diyar a tecrîbeyên Tevgera Jinên Kurd û serdana wan a ji bo pêşxistina jîneolojiyê ya Ekvadorê hene. Zîlan Diyar bûyerên cihêreng ên ku tecrûbeyên gelên xwecihî yên li Emerîkaya Latîn û tecrûbeyên jinên Kurd tê parvekirin hem di warê ramanî û hem jî di warê hestî de vedibêje.
BI DERSIM ZÊREVAN RE HEVPEYVIN
Beşa çand û hunerê ya hejmarê vê mehê ji bo kurdî hatiye veqetandin û bi derhênera jin a kurd Dersim Zêrevan re hevpeyvîneke berfireh tê de heye. Zêrevan ku di sînemaya çiyê de mezin bû û bi Halîl Dag re di gelek projeyên cuda de xebitî, behsa xebatên ku heta niha kirine û armancên xwe yên pêşerojê kir.