Neteweyên Yekbûyî: Ji zêdebûna nifûsê zêdetir bala xwe bidin mafên jinan

Neteweyên Yekbûyî bang li hikûmetan kir ku li şûna fikara ji ber nifûsa cîhanê ku 8 milyar derbas kitiye, rêzê nîşanî mafên jinan bidin.

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ku bi pirsgirêkên tendurustiya zayendî û zayînê re mijûl dibe, diyar kir ku li şûna ku nifûsa cîhanê divê derbarê têkoşîna bikaranîna mafên zarokanînê yê jinan bi fikar bin.

Rêvebera UNFPA Natalîa Kanemê diyar kir ku welatên ku rêjeya zarokanînê zêde ye, xisara wan a ji bo germahiya global gelekî kêm e.

 Tê payîn ku di 25 salên pêş de rêza welatên herî qelebalix ên cîhanê jî biguhere. Bi taybetî, Hindistan di nav geşedanan de ye ku tê payîn ku Çînê derbas bike. Heşt welat wê heta sala 2050’an nîvê mezinbûna nifûsa cîhanê temsîl bikin. Ev welat jî ev in: Komara Demokratîk a Kongoyê, Misir, Etîyopya, Hindistan, Nîjerya, Pakistan, Fîlîpîn û Tanzanya.

Lê ji sê paran du paran wê li welatên ku rêjeya zarokanînê kêm in dijî. Kanem diyar kir di dîroka mirovahiyê de cara yekem e ku li hemû welatan zêdebûna nifûsê tune.

Welatên ku rêjeya zayînê herî zêde lê hene hemû jî li Afrîkayê ne: Nîjer, Çad, Komara Demokratîk a Kongoyê, Somalî, Malî û Komara Afrîkaya Navîn.

Rêjeya zayînê ya herî kêm jî li Koreya Başûr, Hong Kong, Sîngapûr, Macau, San Marîno, Aruba û Çîn e.

Ewrûpa wekî yekane dever e ku li gorî texmînan wê heta sala 2050’an nifûsa wê kêm bibe.

Di raporê de tê xwestin ku bi giranî li ser mafên jinan were sekinandin û bang tê kirin ku demografî bi awayekî radîkal ji nû ve were nîqaşkirin.

Kanem diyar dike ku jin nikarin metodên kontrola zayînê û lênihêrtina tendirustiyê hilbijêrin û got “Li dinyayê nîvê zayînê bêyî xwestek çêdibe. Di heman demê de her sal ji nav zarokên keç ên 10-14 salî nîv milyon zarokên keç, zarokan tînin dinyayê.”