Nasnameya 5 gerîlayên ku li Barzanê şehîd bûne hate ragihandin

Nasnameya 5 gerîlayên jin ku di dema hewldana dagirkirinê ya artêşa Tirk a bi ser herêma Barzanê de di şer de jiyana xwe ji dest dane hate ragihandin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê, nasnameya 5 gerîlayên YJA-Starê ku di şerê herêma Barzanê de, 28’ê Îlonê şehîd bûbûn ragihand.

Di daxuyaniyê de li ser gerîlayan ev agahî hate parvekirin:

27’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker bi mebesta dagirkirinê li mintiqeya Barzanê ya Başûrê Kurdistanê operasyon dabû destpêkirin. Di nav çarçoweya operasyonê de di navbera hêzên me û hêzên dijmin de şerekî giran derketiye, di şer de 28’ê Îlonê 5 gerîlayên me yên YJA Starê ji bo ku bibin asteng ku dijmin pêş ve nekevin, bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Gerîlayên me yên YJA Starê Ronahî Stêrk, Amara Zîlan Ararat, Jînda Îmralî, Asmîn Botan û Bêrîvan Amara di operasyona dewleta Tirk a dagirker de ku mintiqeya Barzanê dabû ber xwe, di şer de heta bi guleya xwe ya dawî şer kirine û nehiştine ku dijmin bi pêş ve biçe.

Her 5 hevalên me yên jin jî li parçeyên cihê yên Kurdistanê jidayik bûne û di dema ciwantiya xwe de di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurd de cihê xwe girtine. Her pênc hevalên me yê ku nîşan didin PKK tevgereke netewî ye li çiyan hev nas kirine û di rêya azadiyê de bi giyanekî hevpar tevgeriyane.

Hevalên me Ronahî, Amara, Jînda, Asmîn û Bêrîvan ku li ser xeta azadiya jinê ya Rêber Apo ji bo ku bibim milîtanê vê xetê têdikoşîn, dane ber xwe ku li kûdera Kurdistanê dibe bila bibe, li dijî hemû êrîşên bi ser gelê me de ew ê li ber xwe bidin. Di nav têkoşîna me de ku giyanê netewî yê Kurd her carê lê zindî ye, pênce hevalên me ku li gorî vê helwestê tevlê bûbûn, herî dawî li Zagrosan li dijî operasyona dijmin a ku bi hezaran leşkerî pêk hatî, bi rengekî fedaî helwest nîşan dane û li dijî hewldana dagirkirinê ya TC’ê gotine, raweste.

Li dijî dewleta Tirk bi operasyona li mintiqeya Barzanê Başûrê Kurdistanê ji xwe re kirine hedef, hevalên me yên ku her yek ji wan bûne nûnerên rêça berxwedanê ya Zîlan û Bêrîtan a jina Kurd, careke dî nîşan dane ku herîla berdêla wê her çi dibe bila bibe wê gelê me biparêze. Em HPG di şexsê hevalên xwe Ronahî, Amara, Jînda, Asmîn û Bêrîvan de, ku  bi canê we Kurdistan parastin û şehîd bûn, careke dî sond dixwin ku li her deverê em ê gelê xwe biparêzin û di serî de malbatên hevalên me yên şehîd, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Amara Zîlan Ararat
Nav û Paşnav: Seda Acar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Îpek - Seyîthan
Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 2017

Nasnav: Asmîn Botan
Nav û Paşnav: Berçem Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Manîsa
Navê Dayik - Bav: Zubeyde - Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 2017

Nasnav: Berîvan Amara
Nav û Paşnav: Dîlan Karadag
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik - Bav: Fîgen - Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 2017

Nasnav: Jînda Îmrali
Nav û Paşnav: Meroş Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik - Bav: Azîme - Abdûlhennan
Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 2017

Nasnav: Ronahî Stêrk
Nav û Paşnav: Zeynep Remo
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik - Bav: Emîne - Mûhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan / 28’ê Îlon 217