MKGP'ê rapora salane ya binpêkirinan eşkere kir

MKGP'ê diyar kir ku di nava salekê de li 15 jinan cezayên girtîgehê hate birîn.

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) rapora binpêkirina mafên li dijî rojnamevanên jin a 2022’an bi daxuyaniyeke aşkere kir. Daxuyaniya ku li avahiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) hat dayîn de gelek rojnamevan tevlî bûn. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî ji hêla endama MKGP û nûçegihana JINNEWS'ê Medya Uren û ya tirkî jî ji hêla edîtora JINNEWS'ê û endama MKGP’ê Gulşen Koçûk ve hat xwendin.  
 
Medya Uren anî ziman ku ji dîrokê heta niha li dijî xebatkarên çapemeniya azad êriş, zext, tundî hene û got rojnamevan tên destgîrkirin, girtin û karê wan tên astengkirin û bi taybet jî ev êriş û zextên derûnî bêhtir li rojnamevanên jin tên kirin. Medya Uren wiha domand: “Gelek caran rojnamevanên jin li qadan bi heqaret û gotinên zayendperest jî rû bi rû dimînin. Di 8’ê hezîrana 2022’yan de li Amedê 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de jî 16 rojnamevan hatin girtin. Ji van 16 rojnamevanan 4 jê rojnamevanên jin; Neşe Toprak, Safiye Alagaş, Elif Ungur, Remziye Temel bûn. Di 24’ê cotmeha 2022’yan de li bajarên cuda dîsa bi ser malên rojnamevanan de hatin girtin û di 29’ê cotmehê de vê carê 9 rojnamevan hatin girtin. Ji van 9 rojnamevanên hatin girtin 5 jê rojnamevanên jin; Habibe Eren, Oznur Deger, Ceylan Şahinli, Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan bûn. Her wiha Rojnamevan Derya Ren jî ji ber dosyayeke wê ya din hebû hat girtin. Îktidara heyî ya yekperest, bi girtin û binçavkirin û zextan dixwaze çapemeniya azad bê îrade û bê hêz bihêle. Dixwaze serî bi jinên rojnamevan ên tevî hemû zordestiyan li berxwe didin, bidin tewandin lê belê em hêza xwe ya xurt ji Gurbeteli Ersoz û Mûsa Anter digirin. Em hêza xwe ji bawerî û kevneşopiya xwe ya çapemeniya azad digirin. Loma wê tu îktidar nikaribin serî bi me bide tewandin.”

Medya Uren destnîşan kir ku binpêkirina mafên rojnamevanan a li girtîgehan her diçe zêdetir dibe û wiha domand: “Têkoşîna rojnamevanan a li dijî zext, neheqî, binpêkirina mafan jî di heman demê de didome. Li gor rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê 7 mehên sala 2022’yan 161 binpêkirina mafan li dijî rojnamevanên jin pêk hatin. Ji ber faliyetên pîşeyî derbarê 10 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin û derbarê 12 rojnamevanan de jî doz hat vekirin. Li 12 rojnamevanan cezayê girtîgehê yê 23 sal, 10 meh û 27 rojî, hat birîn. Di heman demê de jî li 4 rojnamevanî cezayê pere yê 190 hezar û 250 TL'yî hat birîn. Di meha mijdarê de jî binpêkirina mafên rojnamevanan dewam kir. Di 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de tundiya mêr-dewletê li jinên derketin qadan hat kirin. Di meha mijdarê de ji ber faliyetên xwe yên rojnamevaniyê darizandina 11 rojnamevanan dewam kir. Derbarê rojnamevanekê de daxwaza cezayê girtîgehê hat kirin. Bi tevahî ji bo 3 rojnamevanan 123 meh û 5 rojî cezayê girtîgehê hat dayin. Kêşana 7 rojnamevanan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.”

Di daxuyoaniyê de hate destnîşankirin ku di meha Kanûnê de îtiraz li girtina 9 rojnamevanan hate kirin, lê belê ev îtiraz ji ber dozger bi destûr bû nehatiye qebûlkirin. Medya Uren bi bîr xist ku rojnamevanek bi kelepçe hatiye muayenekirin û wezaret jî bû hevparê vê yekê û axivî: “Li ser meseleya binpêkirina mafê tendirustiyê serî li Wezareta Tendirustiyê hat dayin lê belê wezaretê muayeneya bi kelepçe parast û got 'dikare bi kelepçe bê muayenekirin'. Di meha kanûnê de jî operasyonên li dijî rojnamevanan dewam kir. Rojnamevanek hat binçavkirin. Rojnamevanek ji ber faliyetên xwe yên pîşeyî hat girtin. Rojnamevanek di dema şopandina nûçeyan de hat astengkirin. Niha 18 rojnamevanên jin girtî ne. Em banga xwe ya berdana hempîşeyên xwe yên ku ji ber karê xwe kirine hatine girtin, dubare dikin. Li dijî lîstikên hilbijartinê, lîstikên li dijî jiyaneke azad û demokratîk em ê her tim hişyar bin û wê pênûsa me ji destên me nekeve. Wê pênûsa hempîşeyên me bêxwedî nemîne û karê wan nîvco nemîne.”
 
Bi tevahî binpêkirinên mafan a sala 2022’yan wiha ye: 
 
* Hejmara rojnamevanên ku mafên wan a gerê hatî astengkirin:1
 
* Hejmara rojnamevanên ku li wan sixûrî hatî ferzkirin: 1
 
* Rojnamevanên ku ji ber welîdînê ji kar hatine derxistin: 1
 
* Rojnamevanên ku qad li wan hatiye astengkirin:44
 
* Rojnamevanên ku ji ber karê xwe kirine hatine tehdîtkirin: 6
 
* Rojnamevanên bi tundiyê re rûbirû mane: 40
 
* Rojnemgerên ku ligel dema li qadê nûçe şopandine bi tundiya fîzîkî ya polîsan re rûbirû mane û li ser medya dijîtal jî bi heqareta zayendperest re rûbirû mane: 24 
 
* Rojnamevanên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin:11
 
* Rojnamevanên derbarê wan de doz hatiye vekirin:19
 
* Rojnamevanên hatine deqkirin (Fîşleme):4
 
* Di bin çavan de muameleya xirab: 12
 
* Rojnamevanên ku mafên wan ên kişandina dîmen ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin:7
 
* Ji 15 rojnamevanan re 23 sal, 133 meh û 32 roj cezayê girtîgehê
 
* Hejmara rojnamevanên girtî: 18
 
* Rojnamevanên hatin qetilkirin: 1
 
Lîsteya rojnamevanên jin ên girtî;
 
* Berivan Altan - Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê
 
* Ceylan Şahinli -Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê
 
* Derya Ren - Nûçegîhana JINNEWS'ê
 
* Dilan Oynaş - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
 
* Diren Yurtsever - Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê
 
* Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
 
* Elif Ungur - Pêşkeşvana bernameyê
 
* Habibe Eren - Nûçegîhana JINNEWS'ê
 
* Hatice Duman – Xwediyê Rojnameya Atilimê û Mudura Karê Nivîsê
 
* Neşe Toprak - Pêşkeşvana bernameyê
 
* Ozden Kinik – Xebatkara TRT'yê
 
* Ozlem Seyhan – Rojnamevan 
 
* Oznur Deger - Nûçegîhana JINNEWS'ê 
 
* Remziye Temel- Hesabgêr
 
* Safiye Alagaş - Mudura JINNEWS'ê 
 
* Sibel Mustafaoglu – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat 
 
* Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
 
* Sibel Tekin-Belgefilmvan – Rojnamevan