MKG: 168 rojnamevên jin hatin darizandin, 11 girtî ne

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin ên sala 2023'an eşkere kir ku diyar kir ku 168 rojnamevanên jin hatin darizandin, 11 jê girtî ne.

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin ên sala 2023’yan û mehên cotmeh, mijdar û kanûnê, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî Eyşan Arici û ya bi tirkî jî Saliha Aras xwend.

Arici da zanîn ku di sala 2023’yan de sepanên weke girtin, zext, mobbîng û sansûrê yên li dijî rojnamevanan berdewam kirin û wiha got: “Bîlançoya binpêkirinên li dijî rojnamevanan a sala 2023’yan giran e. Bi taybet jî piştî hilbijartinên gulana 2023'yan, îktîdarê di bin navê ‘bekayê’ de rojnamevan hedef girt. Jinên rojnamevan hatin girtin, darizandin, tundî lê hat kirin, ji karê xwe hatin kirin û bi astengiyên curbecur rû bi rû man. Zexta darazê jî weke ‘ço’yek li dijî rojnamevanên jin hate bikaranîn.”

Bi domdarî Arici bi bîr xist ku di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de îktîdarê bi operasyonekê Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û du rojnamevan binçav kiriye û wiha domand: “Her wiha beriya hilbijartinê 5 rojnamevan binçav kir. Rojnamevanên ku nûçe dişopandin rastî lêdan, tundî û zextên polîs û leşkeran hatin. Yek ji van jî nûçegîhana JINNEWS'ê Rozerîn Gultekîn bû ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan de li Şirnexê rastî tundiya polîsan hat. Her wiha nûçegihana JINNEWS'ê Elfazî Toral jî li Stenbolê dema daxuyaniya çapemeniyê dişopand hat îşkencekirin û binçavkirin.”

Di berdewamê de Arici daxuyand ku zêdetirî 10 rojnamevanên jin bi hinceta krîza aborî ji kar hatine derxistin, ji bo îstîfa bikin mobbîng lê hate kirin û li ser medyayên dijîtal jî hedef hatine girtin. Bi domdarî Arici, daxuyand ku tevî zextên îktîdarê jî rojnamevanan paşvegav neavêt û dê neavêjin.

Arici, bîlançoya binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin ên di mehên cotmeh, mijdar û kanûnê wiha parve kir: “Di van mehan de 72 jinên rojnamevan hatin darizandin, 11 jinên rojnamevan hatin binçavkirin, 5 jinên rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de bi tundiya polîsan rû bi rû man, der barê 5 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin, der barê 4 rojnamevanan de doz hate vekirin, 5 rojnamevanan îfade dan, 3 hatin girtin, cezayê pereyan li rojnamevanekê htae birîn û li 2 rojnamevanan cezayê girtîgehê hate birîn. Bi tevahî li 3 rojnamevanan ceza hat birîn ,kameraya rojnamevanekê ji hêla polîsan ve hate şikandin, yek ji kar hate derxistin, rojnamevanên ku nûçe dişopandin çar caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, li qenaleke tv’yê cezayê pereyan hate birîn û her wiha cezayê girtinê 5 caran lê hat birîn.”

Arici, daneyên binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin ên sala 2023’yan jî wiha parve kir:

*Hejmara rojnamevanên tên darizandin:  168
*Hejmara rojnamevanên ji ber fealiyetên xwe yên pîşeyî der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 32
*Rojnamevanên der barê wan de doz hatine vekirin: 13
*Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin: 37
*Hejmara rojnamevanên di bin çavan de polîsan tundî lê kirin û bi miameleya xerab re rû bi rû man: 33
*Hejmara rojnamevanên di nava salê de hatine girtin: 5
*Hejmara rojnamevanên di nava salê de hatine darizandin û ceza li wan hatiye birîn: 8
*Hejmara rojnamevanên ji bo îfadeyê gazî wan hatiye kirin: 11
*Hejmara rojnamevanên ji ber fealiyetên xwe yên pîşeyî li ser medyaya dîjîtal bûne hedef: 2
*Hejmara rojnamevanên dema pîşeya xwe dikirin gef lê hatiye xwarin: 2
*Hejmara rojnamevanên ji ber pîşeya xwe dikir der barê wan de gilî hatiye kirin: 1
*Rojnamevanên di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin: 10
*Rojnamevanên ji kar hatin derxistin: 9
*Hejmara rojnamevanên ji ber mobbingê îstifa kirine: 1
*Hejmara rojnamevanên jin ên girtî: 11

Lîsteya rojnamevanên jin ên girtî;
 
1 - Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS'ê
2 - Dîcle Muftuoglû - Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG)
3 - Dîlan Oynaş - Xebatkara Azadiya Welat 
4 - Dilşah Kocakaya - Rojnamevan
5 - Elîf Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsan a Kovara Yuruyuşê 
6 - Hatîce Duman -  Midûra Karê Nivîsan û Xwediya Rojnameya Atilimê
7 - Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê 
8 - Ozlem Seyhan - Rojnamevan
9 - Sîbel Mûstafaoglû - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat 
10 - Tulay Canpolat - Nûçegihana Rojnameya Sabahê 
11 - Nazlî Ilicak