Mîtînga 8'ê Adarê ya li Êlihê: Em ê dîktatoriyê hilweşînin!

Siyasetmedarên li Êlihê di mîtînga 8'ê Adarê de axivîn gotin, jin wê dîktatoriya AKP'ê hilweşînin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Êlihê ya HDP'ê li Stadyûma 16 Mayıs'ê hate pîrozkirin. Qada mîtîngê ku bi kincên gelêrî yên beşdaran, bi alên TJA, HDP û DBP'ê xemilî. 

Tevî Hevseroka berê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, parlamenter Saadet Becerîklî û Ayşe Acar Başaran, Dayikên Aştiyê bi xavikên xwe yên spî tevlî pîrozbahiyê bûn. Dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" li qadê deng vedan. 

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên hatin kuştin û di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir. pİştre Koma Rosîda ya Navenda Çandê ya Bihar derkete ser dikê.

Destpêkê parlamenter Saadet Becerekli axivî û qala jinên di dema AKP'ê de hatin kuştin kir. Becerîklî got, wê aştî ji aliyê jinan ve bê parastin.

Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî da zanîn ku wê jin li dijî zilmê li ber xwe bidin û pêşî li zilm û zordariyê bigirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Serpil Kemalbay dûre axivî û destnîşan kir ku jin wê her tim ji bo mafên jinan li ber xwe bidin.

Kemalbay got, "HDP partiya jinan e. Heta ku jin hebin wê rejîma yek şexsî nikaribe bidome. Wê têkoşîna me pergal û rejîma yek zilamî hilweşîne. Wê jin destûr nedin qesrê ku me bi rê ve bibe. Pîlên AKP'ê xelas bûn. Teqez wê jin bi ser kevin. Teqez wê demorkasî û aştî qezenc bike. Em ê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin."

Piştî axaftinan hunermend derketin ser dike û mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû.