'Min nekarî xwe li zext û zordariyê rabigirim'
Roza Amara: Pêwîste jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo nirxên jinê yên windabûyî tevlî Tevgera Apoyî bibin.
Roza Amara: Pêwîste jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo nirxên jinê yên windabûyî tevlî Tevgera Apoyî bibin.
Roza Amara li Swêdê ji dayik bû, ku malbata wê ji Mêrdînê koç kiribû. Li wir mezin bû, çû zanîngehê, li gelek welatên Ewropayê geriya, lê belê biryara vegera li welêt da û tevlî nava refê gerîla bû. Niha li Kurdistanê li nava refên têkoşînê ye.
Roza Amara wiha behsa tevlîbûyîna xwe dike: "Malbata min ji ber zextên dijmin salên 90’î koçî Swêdê kir. Ez li wê derê hatim dinê û mezin bûm. Dema ku ez li wê derê bûm, her tim min xwe biyanî didît, ti carî qebûl nekir. Her tim min hîs dikir ku hin tişt kêm maye. Min nedikarî weke xwe bijîm. Her tim bi cil û berg, çand, zimanên welatekî din mezinbûyîn di kesayetiya min de dibû sedema nakokiyan. Dema ku ez çûm zanîngehê ji min xwestin ku hin tiştan biguherim. Min xwest herî kêm ez çanda xwe ji nêz ve nas bikim û bijîm. Tu welatên derve ku ez lê geriyam ji min re nebû bersiv."
Gerîla Roza Amara di derbarê azadiyê de jî vê nirxandinê dike; "Ez li pir welatan geriyam, lê belê qet ji lêgerînên min re nebûn bersiv. Qaşo digotin; 'em welatên azad in' wê demê hin pirs ketin hişê min. Madem ku azadî heye wê demê feqîr çima her feqîr e, çima dewlemend roj bi roj hin zêdetir dewlemend dibe, çima dagirkerî her ku diçe zêde dibe, didome û hemû dewlet jî çavê xwe lê digrin."
Gerîla Roza Amara di derbarê kiryarên pergala rejîma Îranê yên li ser jinê jî van nirxandinan dike; "Dema ku ez di nava sîstemê de bûm, yek ji dewleta ku min lêkolin kir Îran bû. Zextên rejîma Îranê yên li ser jinê pir giran in. Çawa dibe ku hê jî jin tê recimkirin. Em di sedsala çendemîn de ne, lê hê jî li ser jinê ev pêkanîne çêdibin û rewa tê dîtin. Em behsa mafên mirovan û mafên jinan dikin. Jin çawa wisa dijîn. Bêguman vê rewşê li ser tevlîbûyîna min bi bandor bû. Wexta jin di nava vê rewşê de dijiyan, min ê çawa li jiyana xwe ya asayî mêze kiriba. Di encama van lêgerinan û nakokiyên heyî de min ferq kir ku pêwîste ez li dijî van bi rengekî çalak têbikoşim. Cihê wê jî Tevgera Rêbertiyê ye. Min jî biryar da ku ez tevlî vê tevgerê bibim."
Gerîla Roza Amara di dawiya axaftinên xwe de ev bang li jinan kir; "Li Rojhilatê Kurdistanê pir caran derfetê me çêdibe û em jinan ji nêz ve dibînin û bi wan re sohbet dikin. Min ji wan pirs dikir, ka hûnê li dijî vê sistemê çawa şer bikin. Piraniya wan nedikarîn bersiv bidin. Ew di demekê de ye ku jinên li Îran û Rojhilat dijîn di rewşek wisa de ne ku divê li dijî sistemê şereke pir mezin bidin meşandin. Di qadên siyasetê, perwerde, ekolojî, aborî û gelek qadên din ên jiyanê de dikarin zêdetir aktîf bibin. Pergalê wan xistiye nava çar diwaran, lê pêwîste jin vê rewşê qebûl nekin. Ji bo vê yekê çirûskek pêwîste. Di tevgera Rêber Apo de ew çirûsk her ku diçe belavtir dibe. Pêwîste jinên Rojhilatê Kurdistanê ji wê çirûskê bandor bibin û ji bo ku nirxên jin ên windabûyî dîsa were zindîkirin, tevlî nava tevgera Apoyî bibin.