Milîsên KBDH’ê çalakiya sabotajê kirin

Milîsên Sakîne Cansiz ên KBDH’ê li dijî 3 febrîqeyên hilberandina plastîkan li Herêma Organîze Sanayî ya Bogazkoy a Stenboê çalakiya sabotajê kirin.

Milîsên Sakîne Cansiz (Sara) yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) li dijî piştevanên desthilatdariya AKP-MHP’ê çalakiya sabotajê kirin.

Milîsên Sakîne Cansiz ên KBDH’ê ev tişt diyar kirin:

“20’ê Mijdarê Milîsên Sakîne Cansiz ên KBDH’ê li Arnavûtkoya Stenbolê ketin nava tevgerê û ji bo bîranîna hevrê Denîz (Cemîle Kocakaya) û Lorî (Eylem Zeytîn) çalakiya sabotajê kirin. 3 feprîqeyên hilberandina plastîkan bi temamî agir girtin.

Em ê li dijî tundiya li ser jinê, li her derê bibin bersiv. Heta ku ev sîstema baviksalar tê hilweşandin, em nasekinin!”