Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ya 34'an pêk hat

Di Mîhrîcana îsal de radestî Koma Şiyar a ji bajarê Salzgîtterê hate kirin ku govenda herêma Wêranşarê nîşan da. Mamosteyê govendê Welî Botî diyar kir ku ciwanên Kurd şahiyeke çandê pêk anîn, lewma jî serketiyê dilan e.

Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ku yek ji kevneşopiyên herî demdirêj ên Kurdistaniyên li Ewropayê ne, îsal cara 34'an hate lidarxistin.

Mîhrîcan îsal bi dirûşma "Çanda me nasnameya me ye" li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê pêk hat û du rojan dewam kir. Di roja dawî de 23 komên govendê hunera xwe pêşkêşî jûrî û bi hezaran Kurdistaniyên beşdarî mîhrîcanê kirin.

Mîhrîcana ku ji aliyê Yilmaz Kaba û Berfîn Hêzil ve hate pêşkêşkirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo şehîdan û hunermendên di nava karên çanda Kurd de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.

Hunermend Hozan Xanemîr, Diyar Mehrovî, Baran-Serhat û Serhan derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.

Mamosteyê govendê Welî Botî bi navê komîteya amadekar axivî û anî ziman ku Mîhrîcan ji pêşbirkê wêdetir şahiyeke çandê ye, lewma jî hemû ciwanên ku tevlî vê çandê bûne di dilan de bûne yekemîn. Botî got, "Ya girîng xwedîderketin û parastina vê çandê ye."

Nûnera TEV-ÇAND'ê Dîrok Viyan jî anî ziman ku çalakiyên bi vî rengî bersiva herî baş a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ye ku dijmin ferz dike. Her wiha got, "Çawa ku di şer û siyasetê de em li ber xwe didin, ji aliyê çandê ve jî em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin."

Hevserokê Meclîsa Gel a Hannoverê Rêwî Rêdûr jî diyar kir, ku ji bo wan cihê rûmetê ye ji ber ku malovanî ji çalakiyeke bi vî rengî re kirine û got, "Em ciwanên xwe pîroz dikin, ji ber ku xwedî li çandeke bi vî rengî kevnare derdidkevin."

KOMA SALZGÎTTERÊ BÛ YEKEMÎN

Di pêşbirkê de ku tevahiya rojê dewam kir, komên govendê bi performansa xwe hewl dan pûanan ji jûrî werbigirin. Li gorî vê yekê Koma Şiyar a ku ji bajarê Salzgîtterê tevlî Mîhrîcanê bû bi govenda ji herêma Wêranşarê bû koma yekemîn. Koma Evîna Welat a ji bajarê Basel ê Swîsreyê tevlî Mîhrîcanê bû, bi lîstika ji herêma Bedlîsê xelata duyemîniyê, Koma Laleş a ji Celle tevlî bû xelata sêyemîniyê bi dest xistin.

Koma Faraşîn û Koma Şehîd Delîl Çiyager ên ji Berlînê tevlî bûn hêjayî Xelata Taybet a Jûrî hatin dîtin. Xelata Kostumê radestî koma jinê ya Koma Evîna Welat, Xelata Lêkolînê jî pêşkêşî Koma Kulîlkên Welat a ji Dûîsbûrgê hate kirin.