Mexmûr ji bo 25’ê Mijdarê meşiya

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tûndûtîjiya li Ser Jinê meşek girseyî hat lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê bi beşdarbûna sedan şêniyên wargehê meşek hat lidarxistin. Meş li ber avahiya Malbatên Şehîdan destpêkir û li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi dawî bû. Di Meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Wêneyên Xwişkên Mîrabel û pankartên li ser “Tûndî sûçê mirovahiyê ye”, “ Emê bi hişmendiya jina azad pergala Îmralî hilweşînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin”, “Emê bi têkoşîna jinên penaber faşîzmê têkbibin û bi Rêber Apo re azad jiyan bikin” hatin hildan.

Meş heta Navenda Çand û Hunera Mexmûr berdewam kir û li wê derê daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayin deqeyêk rêz ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê hat girtin. Piştre daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Komîteya Perwerdê Bêrîvan Kaya ve hat dayîn.

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de di kesayeta her sê xwişkên Mîrabel de hemû jinên ku li beranberî tûndiyê hatine û bûne qurbanî bi bîr anî û got: “Jinên ku niha ji bo azadiya jinan têkoşîn didin meşandin, jinên ku li her dera cîhanê li hemberî tûndûtîjiyê li berxwe didin nirxekî pîroze. Niha di bin pêşengiya jinên Kurd de berxwedaniyeke bê hempa tê meşandin, ev li Rojavayê Kurdistanê diyar bû û bû nimûne ji bo tevahî jinên cîhanê re. Bi taybet êrîşên DAÎŞ’ê ku bi hişmendiya desthilatdar ya zilam çawe êrîşî vîna jin kir, jina Kurd çawe li ber xwe da li Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê bûn nimûne ji bo cîhanê. Her wiha bû hêviyek ji bo jinên ku ev berxwedan bihîstî û berê xwe dan hêz û tekoşîna jina Kurd. Niha em weke pêşengên jinên cîhanê yên ku li ber xwe didin, xwe ji bo wan jinan hêvî dibînin. Di vê oxirê de me bi sedan şehîdên jin dane, ji bo vê em dibêjin jinekî ku li beranberî êrîşek ya vê hişmendiya desthilatdar tê ev kîjan jin dibe û li kû devera cîhanê  dibe bila bibe, divê em xwe li wan jinan bikin xwedî. Bi vê hêvî û baweriyê ve encex em bikaribin tekoşîna xwe ya azadîxwaz û mafdar bi serketinê re tacîdar bikin.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.