Mêrdîn: Dagirkeriya heyî tenê ne bi leşkerî ye

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk û got; “Dagirkeriya li ser Kurdistanê tenê ji bo Başûrê Kurdistan tê nirxandin, lê di rastiyê de ev ne tenê li ser Başûr, li ser tevahiya Kurdistanê ye.”

Endama koordînasyona  KJK’ê Rewşen Mêrdîn bû mêvana Bernameya Rojeva Jin a ku her roja Înê Stêrk TV de tê weşandin û mijarên di rojevê de nirxand.

Mêrdîn di despêka axaftinên xwe de bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê. Mêrdîn da diyar kirin kû dagirkerîya heyî ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê ye û wiha got: “ Dagirkeriya li ser Kurdistanê tenê ji bo Başûrê Kurdistanê tê nirxandin lê di rastiyê de ev ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê ye, li ser tevahiya Kurdistanê dixwazin bidin meşandin.”

Rewşen Mêrdîn; “Dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê sond xwarina ne ku Kurdan tune bikin. Îro li Başûrê Kurdistanê gefên dagirkeran hene lê ev rewş ne ji roja îro de ev demdirêje weke Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk dixwaze li vê herêmê jî dagirkerîyeke bi her awayî bide meşandin ji bo vêya divê gelê Kurd, hikûmeta herêmê û partiyên siyasî vê yekê baş bixwînin yan ev nêzikatiyên demkî wê wan bibe xeletiyên mezin. Bi taybet jî partiyên siyasî divê rast gav bavêjin yan wê dawiya wan were, ji ber xefletên mezin ji aliyê wan ve tên kirin. Ji ber pêşeroja xwe nabîne, ev polîtika û îtifaqên ku bi dewleta Tirk re dane avakirin nizane wê wan heya ku derê bibe.”

‘DAGIRKERIYA HEYÎ NE BI TENÊ LEŞKERÎ YE’

Mêrdîn bal kişand ser gav û hesabên şaş yên hikûmeta Herêmê û wiha domand; “Êrîşên heyî ne tenê leşkerî ne, ev êrîşên heyî di heman demê de siyasî ne. Ger îro hikûmeta herêmê îradeya wî nîne temsîlê civaka xwe nake, ger êrîş li ser xak, maf û deskeftiyên wî tê çêkirin lê ew bi bêdengiyê dipejirîne tê wateya di milê siyasî de jî îradeya wan hatiye şikandin. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê ketiye wê fehmê û rexmê evqas êrîşan, dibêjin; ‘em dizanin mijar ne PKK’e ye, mijar tunekirina tevahî Kurdan e û mijar pêkanîna projeyên Osmaniyan e’. Lê hikûmeta herêmê madem xwe weke hikumet pênase dike,  xwe weke temsîlê gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê dibîne, îro ew girên radestê Tirkan kiriye, yê ku bi hezaran pêşmerge lê têkoşîn kirine, li beramberê hikûmeta Baas xwîna xwe rijandine (ji xwe tu ferq û cudabuna dewleta Tirkiyê û sîstema BAAS’ê nîne tenê ziman cudaye nexwe armanc hemane) divê Hikûmeta Herêmê vê yekê baş bizane.”

Rewşen Mêrdîn di berdewamiya nirxandinên xwe de gavên biçûk yên li beramberî dagirkeriyê tên avêtin  jî nirxand û wiha bi lêv kir: “Bê guman hinek aliyên dixwazin li beramberê vê dagirkeriyê rabin û gavên weke nerazîbuna xwe dane diyarkirin, yan jî îmzeyên ji bo li beramberî vê dagirkeriyê rabin tên kom kirin, ev girîng in lê têr nakin. Divê gelê Kurd bizanibe ku, tenê ew dikarin li beramberê van êrîşan bibin xwedî helwest, jixwe rêbazên vê yekê jî diyar in.”

‘DIVÊ HIKÛMETA BAŞÛR BIBE YÊ XWE’

Mêrdîn di dirêjiya nirxandinên xwe de qala rêyên çareseriyê jî kir û wiha pêde çû; “Hikûmeta Herêmê vê yekê baş dizanin ku ger PKK’e nebe wê ew jî nemîne. Lê hinek kesên ku di nava hikûmetê de, ji ber di berê de heya roja îro, di berdêla îtifaqên demdirêj yên aboriyê de tavîz dane dewleta Tirkiyê, îro jî mane nava tengasîyê de weke ku navbera du ava de mabin nikarin xwe ji vê rewşê xelas bikin. Ji bo vê yekê divê ku hikûmeta herêmê baş bizanin yekane rê ew e ku bibin yê xwe, ne yê hinekê din. Divê em gelê Kurd di sedsala em tê de dijîn ku şerê cîhanê yê sêyemîn lê heye de, weke hêzeke li berçav ku di vê pergala nû de em jî bibin xwedî maf. Lê ne bi feraseta netewperestî, dewletperestî û eşîrbûyînê û malbatî divê bi feraseteke demokratîk ya ku tevahî gel, bawerî çand û ziman xwe di nav de bi cîh dikin de, divê em xwe bi rêxistin bikin. Yanî bi fikra netewa demokratîk û pergaleke konfederal em dikarin bibin alternatîfa pergala niha a heyî.”

‘DI ŞERAN DE YÊN DIBIN QURBAN JIN Û ZAROK IN’

Mêrdîn di berdewamiya nirxandinên xwe de girîngî da rola jinê û ev tişt anî ziman; “Di tevahî şeran de yên ku zilim û zorê dibînin jin û zarok in. Mixabin li Başûrê Kurdistanê de jî her tim şer bûye. Lê şerê niha tê kirin, şerekî bi her awayî ye. Berê li Başûrê Kurdistanê dizî, tacîz û tecawîz nîn bû, ji ber çandeke xurt ya hatî girtin hebû lê, bi van şeran ev yek zêde bûne, yên li beramberî vê rawestin jî jin in. Pêwist e jin ne bi bêdengî ye, divê berevajî wê herî zêde jin xwedî helwest bin, xwe bikin yek û li beramberê vê dagirkeriya heyî bibin yek deng û yek helwest.”

 Di nava gotinên xwe de Mêrdîn bal dikşîne li ser Kongreya Netewî Ya ku jin jêre pêşengtî bikin û bangawaziyê kir; “Weke KJK’e jî em ji bo tevahî jinan, lê bi taybetî ji bo jinên Başûrê Kurdistanê xwedî plan û proje ne yek jivan jî çêkirina kongreya netewî ya jinan e. Em li vir jî bangawazî dikin da ku em jin demek berî demekê kom bibin û em pêşengiyê ji çareserkirina van pirsgirêkan re bikin, ji ber niha jinên Kurd ji tevahî gelên bindest re jî bûne hêvî.”

‘DIVÊ JIN PÊŞENGIYA HÊZÊN PARASTINÊ YA BAŞÛR BIKE’

Rewşen Mêrdîn girîngî bir li ser Hêzên Parastinê ya Başûrê Kurdistanê hate îlankirin û wiha peyivî; “Niha li Başûrê Kurdistanê de hêzên parastina cewherî yên Başûrê Kurdistanê derketine, mijar ne tenê leşkerî ye, di warê çand, civak, aborî û her awayî divê jin xwe û nirxên xwe biparêzin û pêşengiyê ji parastina wê re bikin. Ji ber jin pêşeng û avakera civakê ne. Divê ev hêz baş were nirxandin û bi her awayî li beramberî dagirkeriyê rawestin. Her wiha ev demeke ku ciwanên Başûrê Kurdistanê li herêmên Biradost û Qendîlê xwe kirine mertalên zindî, em dubare çalakiyên wan silav dikin. Ev çalakî girîng e û xwedî nirx in, ev çalakî şiyariya ciwana ya li beramberî çanda wan, welat û dîroka wan dide diyarkirin. Pêwîst e tevahî ciwan bivê zanabûnê û hişmendiyê rabin û beşdarbûna xwe ji bo vê çalakiyê çêbikin. Ger tevahî ciwan bi vê erka xwe rabin wê çalakiyên wan bigihijin armancên xwe.” 

‘DIVÊ XETA SEYEMÎN RAST WERE FÊMKIRIN Û PÊKANÎN’

Endama Koordinasyona KJK’ê di dawiya nirxandinên xwede bal kişand li ser xeta ku Rêberê gelan anî ziman û wiha got; “Rêber APO ji bo ku em bikaribin roleke rast bilîzin nirxandin û perspektîfên pir girîng dan diyarkirin. Bi taybet di hevdîtinên xwe de ji bo HDP’ê xeta sêyemîn pêşniyar kir, vê yekê rast binirxînin, wê encamên xurt bi xwe re bîne. Niha Erdoğan tenê di gotin de Serokkomarê Tirkiyeyê ye, lê di rastîyê de tenê serokê partiya AKP’ê ye ji ber tenê rola Serokê partiyekê dilîze. Di hilbijartinên Stenbolê de derket ku nikare vê yekê jî bike, mînak gel êdî ne tenê partîyên cuda cuda pergala yek zilamî napejirînin. Ew jî pergala parlementerîyê dixwazin, wê rastiyê dibînin, ev tê wateya kû êdî pergala heyî rewabûna xwe winda kiriye. Di vir de rol û firsetek bingehîn dikeve li ser milê aliyên Demokratîk, ji bo vê xeta sêyem yanî tifaqa demokratîk esas girtin. Ji bo vê rola herî girîng ya jinan e, divê jin pêşengtiya vê xeta sêyem bikin. Ji ber ev xet hemû civakê hembêz dike ji bo vê divê jin li ser vî armancî xwe perwerde bikin û civakê perwerde bikin.”