Li Tirkiyeyê mêran di meha Tîrmehê de 36 jin kuştin

Platforma Em ê Cînayeta Li Ser Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) diyar kir ku di meha Temmûzê de li Tirkiyeyê 36 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Platforma Em ê Cînayeta Li Ser Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) rapora xwe ya meha Tîrmehê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku lli Tirkiyeyê 36 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û cenazeyê 11 jinan hatine dîtin. Di raporê de hate diyarkirin ku sedema kuştina 18 jinan ‘nehatiye tespîtkirin’ û ev jî diyar dike ku cînayetên li ser jinan nayê ronîkirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku ji nav 36 jinên hatine kuştin, 3 jin nehatiye tespîtkirin ku kê ew kuştine, 11 jin ji aliyê zilamê ku pê re zewicîne, 5 jin ji aliyê zilamê pê re, 5 jin ji aliyê xizmên xwe, yên din jî ji aliyê bav, kur û zilamê ku berê pê re bûye, hatine kuştin.