Mêr li dijî şîdeta li ser jinan meşiyan
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê mêran di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi meşekê şîdeta li ser jinan protesto kirin.
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê mêran di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi meşekê şîdeta li ser jinan protesto kirin.
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, bi sedan mêr meşiyan.
Meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û di kolanên bajêr dewam kir. Di meşê de dirûşmeya "Bê jin jiyan nabe" û "Jin jiyan e azadî " hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên "Na ji qirkirin û dagirkirinê re", "Em jin û jiyanê biparêzin", "Hilweşandina pergala Îmraliyê hilweşandina bendên li ser jinan e" û "Jin, jiyan, azadî" hatin hildan.
Meş li qada 7 Şehîdan a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd rawestiya.
Endamê Hevserokatiya MSD'ê Mirai Şiblî û hevserokê Meclisa Taxa Eşrefiyê Welat Mamo di çalakiyê de axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku rizgarkirina civakê bi rizgarkirina jinan dest pê dike, ji ber ku jin sembola çareseriyê ye û pêşenga şoreşa 19'ê Tîrmehê ne.