Meclîsên jinên Kurd ên li Ewropayê kongreyên xwe lidar dixin
Meclîsên jinan ên li bajarên Dûîsbûrg, Hambûrg, Gîessen, Basel û Den Haagê, kongreyên xwe lidar xistin.
Meclîsên jinan ên li bajarên Dûîsbûrg, Hambûrg, Gîessen, Basel û Den Haagê, kongreyên xwe lidar xistin.
Meclîsên jinan ên li bajarên Dûîsbûrg, Hambûrg, Gîessen, Basel û Den Haagê, kongreyên xwe lidar xistin.
DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê kongreya xwe pêk anî. Kongre li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û di destpêkê de Nîlufer Çelîk axivî. Axaftin li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî hat kirin û êrîşên li dijî Şengalê hat nirxandin. Dûre li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê axaftin hat kirin û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a jinên rêxistinbûyî hat kirin. Di encama kongreyê de navê Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel li Meclîsa Jinan a Dûîsbûrgê hat kirin. Di kongreyê de ku zêdeyî 100 delege lê amade bûn, meclîsa ji 35 kesan û 6 komîsyon hatin hilbijartin. Di dawiya kongreyê de ji bo çalakiya 8'ê Adarê bang hat kirin ku wê roja 13'ê Adarê saet di 11:00 de li Kûhtor a Dûîsbûrgê pêk were.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Rojbîn ku 8 sal in kar dike, kongreya xwe ya 9. pêk anî. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarîkirin û sînevîzyonek li ser xebatên jinan ê li Hambûrgê hat nîşandan. Dûre rapora karê salekê hat xwendin û nrixandin. Delegeyan şîdet û hovîtiya li jinê tê kirin jî nirxandin û kuştina jinan di mehên dawî de li Verden, Berlîn, Bremen û Rotenbûrgê bibîr xistin. Jinan destnîşan kir, ku ew ê rê nedin şîdeta mêr. Di encama kongreyê de komîsyonên rêxistinbûn, têkiliyên derve, dayikên aştiyê û civakî, çand, perwerde û çapemenî-weşanê hatin diyarkirin. Zîlan Dersîm, Rabîa Înan û Hatîce Kaya jî weke berdevkên demê yên meclîsê hatin hilbijartin.
GÎESSEN: Meclîsa Jinê ya Berçem a li bajarê Gîessen ê Elmanyayê, kongreya xwe ya 3. lidar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, delegeyan rewşa dawî ya siyasî nirxandin. Di encama kongreyê de meclîsa ji 33 kesan û 3 berdevkên meclîsê hatin hilbijartin.
BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê, meclîsa Jinê ya Ronahî kongreya xwe ya 5. li bajarê Araû jî Meclîsa Jinê ya Rojbîn kongreya xwe ya 3. lidar xistin. Her du kongre bi dirûşma "Bi xwerêveberiyê ber bi jiyana azad ve" pêk hatin û gelek jin tevlî bûn. Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Dîlan Amed li vê derê rewşa siyasî nirxand anî ziman, pêwendiya zêdebûna şîdeta li jinê bi krîza nasnameya serdest a mêr ve girêdayî ye. Piştî nirxandina siyasî, delegeyan raporên malî û kar ên salekê nirxandin û piştre rêveberiyên xwe hilbijartin.
DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Meclîsa Jinê ya Ronahî kongreya xwe ya 7. lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, dîwan hat hilbijartin û peyama TJK-E hat xwendin. Kongre bi nirxandina rewşa siyasî dewam kir û piştre raporên salekê yên malî û kar hatin xwendin û nirxandin. Di dawiyê de sê berdevk û meclîsa ji 31 kesî hatin hilbijartin.