Meclîsên Jinan: Li Berlînê kongre, li Braûnschweîgê îlana komunê

Meclîsa Jinê DEST-DAN a li Berlînê kongreya xwe ya 6. a asayî li dar xist. li Braûnschweîgê jî Komuna Jinê ya Şehîd Zozan Cûdî hat ragihandin.

Meclîsa Jinê DEST-DAN a li Berlînê kongreya xwe ya 6. a asayî li dar xist. li Braûnschweîgê jî Komuna Jinê ya Şehîd Zozan Cûdî hat ragihandin.

BERLÎN

6. kongreya asayî ya Meclîsa Jinê ya DEST-DAN a li paytexta Elmanya Berlînê, li salona civînê ya NAV-DEM'ê pêk hat.

Kongreya ku bi beşdariya 100 delegeyî pêk hat, di şexsê diyarî Delal Amed û Azê Malazgîrt de diyarî şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin.

Kongreyê saet di 13:00 de dest pê kir û peyama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) hate xwendin.

Piştre rapora li ser karê salekê yê Meclîsa Jinê ya DEST-DAN hate nirxandin.

Delegeyan dan xuyakirin ku divê meclîsa jinê giraniyê bide ser karên civakî û di vî warî de kêmasî rû dane.

Di dawiya kongreyê de 59 endamên meclîsê û rêveberiyek ji 3 kesan hate hilbijartin. Meclîsa Jinê li gel karên xwe yên bi komîsyonên rêxistinbûn, karên derve, jin û ciwan, civakî, çand û huner, pewerde, PYD û Rojhilat wê nûnerên xwe bişîne nava Meclîsa Jinê ya Êzidî û Civaka Îslamî ya Kurdistanê û li van qadan jî bixebite.

Di kongreyê de Yeter Polat a par ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin hat bîranîn. 

Delegeyan destnîşan kirin ku divê ew li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeleka azadiyê ava bikin.

Kongre piştî nîşandana sînevîzyonê û stranên endamên komîsyona çandê ya NAV-DEM'ê bi gerandina govendê qediya.

LI BRAÛNSCHWEÎGÊ KOMUNA JINÊ YA ŞEHÎD ZOZAN HATE RAGIHANDIN

Li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê, jinên Kurdistanî li avahiya Dîe Lînke li hev civiyan û Komuna Jinê ya Şehîd Zozan Cûdî ragihandin.

Di civînê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, bal hate kişandin ser rola pêşengiyê ya jinan di têkoşîna azadiyê de.

Piştî axaftinan 13 kes ji bo komîsyonên rêxistinbûn, karên derve, çapemenî, çand, malbatên şehîdan û Kurdistanê hatin hilbijartin.

Evîn Meryem Çakir, Şehrîban Sozen û Leyla Mohamad ji bo berdevkiya Komuna Jinê ya Şehîd Zozan Cûdî hatin hilbijartin.

Civîn piştî sondxwarinê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qediya.