Meclîsa Kongra Star xwest Azîme Arsûn tavilê bê berdan

Meclîsa Kongra Star diyar kir ku ji rewşa Azîme Arsûn PDK berpirsyar e û xwest, tavilê bê berdan.

Meclîsa Kongra Star têkildarî têkoşer Azîme Arsûn daxuyaniyek da, ku ji ber nexweşiya giran ji bo tedawiyê diçû Ewropayê, lê belê li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çarenûsa Azîme Arsûn hîn nediyar e û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê hate kirin ku Azîme Arsûn serbest were berdan.

Kongra Star hişyarî da ku çi rewşek têkildarî Azîme Arsûn rû bide, wê hikumeta PDK'ê berpirsyar be û xwest, tavilê bê berdan.