Meclîsa Jinê ya FEDA: Mejiyê zalim di destpêkê de êrîşî jinê dike
Meclîsa Jinê ya FEDA'yê der barê 8'ê Adarê de daxuyanî da û got, "Mejiyê zalim di destpêkê de êrîşî jinê dike."
Meclîsa Jinê ya FEDA'yê der barê 8'ê Adarê de daxuyanî da û got, "Mejiyê zalim di destpêkê de êrîşî jinê dike."
Meclîsa Jinê ya FEDA'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, li ser rûyê erdê ti tişt bi tinehesibandinê tine nabe. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tevî ku pirsgirêka azadiya jinê pênc hezar salan tine hatiye hesibandin jî, tine nebûye û hat gotin, "Berevajî, di her serdemê de bi berxwedaneke mezin li ber zilmê rabûye û roj bi roj mezin bûye."
Meclîsa Jinê ya FEDA'yê da xuyakirin, kaosa heyî herî zêde bandorê li jinan dike û destnîşan kir, ku li Ewropayê, tevî xwarina keda jinê, her wiha bedena wê weke amûreke reklamê tê bikaranîn.
Meclîsê got, "Li axa Mezopotamyayê jî, dibe hedefa sereke ya êrîşên gurûha DAIŞ'ê, ku rûyê herî hov ê zîhniyeta mêr e. Mejiyê zalim di destpêkê de êrîşî jinan dike."
Meclîsê destnîşan kir, ku li dijî vê yekê, ruhê berxwedanê yê 8'ê Adarê li axa Mezopotamyayê bi Zarîfeyan, Besêyan, Sakîneyan, Arîn Mîrkanan û îro li Şengalê berxwedana jinên Êzidî şênber bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Vê yekê xelekeke nû li xeleka berxwedana jinê ya bi berxwedana Xwedawendan dest pê kir, zêde kiriye. Jinên li Rojava li ber xwe didin, bûn hêvî ji hemû jinan re.
Dewleta AKP-Erdogan dixwaze vê hêviya li axa Mezopotamyayê belav bûye, biqedîne. Bi biryarnameyan dixwaze destketiyên jinan ên bi dayîna berdêlên giran bi dest xistiye, ji holê rake.
Weke jinên Elewî em dizanin, bê sîstema serokatiyê ya dewleta AKP'ê dixwaze bîne, çi bi me bide windakirin. Lewma wê 8'ê Adarê bibe gavek rabûna li ber hemû paşverûtiyan û bilindkirina têkoşînê. Li ser vê bingehê em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin."