Meclîsa Jinan, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa ku dewleta Tirk a dagirker biribû ser wesayîteke sivîlan a li ser rêya Qamişlo-Amûdê şermezar kir.

Vê sibê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê li rojhilatê Seyrangeha Varoj erebeyeke rêwiyan bombebaran kir. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

Di daxuyaniya meclisê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker dijminatiya ji gelan re berdewam dike, nexasim jî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Mînaka herî dawî jî bi balafireke bêmirov li ser rêya Amûdê-Qamişlo li wesayîtekê da, di encamê de 4 sivîl birîndar bûn ku 3 ji wan jin in.

Li ser vê yekê em êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên xwe şermezar dikin û dibêjin Tirkiye bi van êrişan dixwaze jiyana hevbeş û îstiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.

Di heman demê de em bang li civata navneteweyî dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng nemîne û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deyne, ji ber ku pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Di dawiyê de em bang li gelê xwe dikin ku hevgirtin û yekîtiya xwe ava bikin, nexasim divê rêxistinên mirovî û rêxistinên jinan zextê li civata navneteweyî bikin û balê bikişînin ser sûcên dewleta Tirk."