Meclîsa Jinan a Nûrcan kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Jinan a Nûrcan a ku li bajarê Leverkûsen a Elmanyayê xebatên xwe bi rê ve dibirin, bi şîara “Sîstema Îmraliyê bişkînin, Rêbertiya xwe azad bikin” kongreya xwe ya sêyemîn lidar xistin.

Kongreya ku jinên Kurd ên li derdorî bajarê Leverkûsenê dijîn û weke delege tevlî bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê ve destpê kir. Piştî hilbijartina dîwanê ya ku kongreyê bi rê ve bibe hate hilbijartin û şûn de bûyerên li Kurdistan û cîhanê qewimîne hatin nirxandin.

Pişî xwendina rapora xebatên salê û ji bo hê zêdetir pêşxistina rêxistinkirina jinê perspektîfên hatin xwendin û şûnde, derbasî beşa nirxandinên xebatên meclîsê bûn.

Piştî nirxandinan û şûnde, hilbijartina 3 berdev û meclîsa ji 28 kesan pêk bên bûn. 6 komîsyonên ji Têkiliyên gel, Karê Derve, Şehîd, Dayikên Aştiyê, Perwerde, Xebatên Civakî û Çandî pêk tên hatin avakirin.

Kongre bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.