BI DÎMEN

Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Qamişlo diyar kir ku ew ê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li dijî jinan têkoşîna xwe bidomînin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li dijî jinên pêşeng, Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişlo îro li navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk Şêrîn Hesen Xelîl ve hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di berdewamiya êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dehan zarok û jin hatin qetilkirin. Li hemberî van êrîşên li ser herêmên me ku tên kirin, hemû dewletên navnetewî bê deng dimînin.

Li navenda bajarê Kerkûkê Firyal Silêman Xalid ku 31 salan ji bo xizmetkirina gelê xwe kar kiriye, bi guleyan hate qetilkirin. Firyal Silêman têkoşîna xwe heta kêliya dawî jî domand. Ev ne cara yekem e ku pêşengên jinên Kurd dibin hedefa êrîşên bi vî rengî. Her wiha diyar bû ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî du jinên Efrînê yên ku li hemberî êrîşan li ber xwe dan, çi cezayên darvekirinê dane. Zihniyeta paşverû û êrîşkar bi her awayî dixwaze îradeya gel bişikîne, lê ti car îradeya me naşikê.

Em soz didin hemû şehîdên jin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin, ji ber ku şehîd rêberên me yên exlaqî ne. Em ê rê li ber hemû êrîşan bigirin û soza xwe bi cih bînin. Ji ber ku em parêzvanên aşitiyê ne û gelên xwedî maf, ax û welatê xwe ne. Şehadet rêya me ya bidestxistina azadî û civakeke azad e.”