Meclîsa Jinan a Kajîn li Lozanê kongreya xwe lidar xist

Meclîsa Jinan a Kajîn a li bajarê Lozan a Swîsreyê bi şîara “Jina rêxistinkirî, jiyana azad e” 2’emîn kongreya xwe lidar xist.

Kongreya ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan (NCKD) a li bajarê Lozan a Swîsreyê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji şehîdê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve destpê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê û şûnde bi nirxandinên civakî ve pêvajo hate nirxandin. Piştî rapora xebatan hate xwendin û şûnde komîsyon hatin pêkanîn. Bi hilbijartina hate kirin, ji Meclîsa Jinan a Kajîn ku ji 5 kesan pêk tê Nezahat Erguneş, Fîgen Zelal û Yildiz Guneş weke berdev hatin hilbijartin.

Kongre piştre bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî’ ve bi dawî bû.