Meclîsa Jinan a HDP'ê çalakiya ji bo Ocalan dewr girtin

Çalakiya greva birçîbûnê ya Dayikên Aştiyê, ku li Enqereyê hate destpêkirin ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP'ê ve dewr hate girtin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a Dayikên Aştiyê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Enqereyê hate destpêkirin, bi koma nû dewam dike. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Enqereyê çalakî dewr girt.

Li salona çalakiyê pankarta bi nivîsa "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" hate vekirin. Endamên Meclîsa Jinan beriya dest bi greva xwe ya ji bo 3 rojan bikin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endama Meclîsa Jinan Ayfer Balikçi got, tecrîda li ser Ocalan gelê Kurd, jin, ciwan û hemû alîgirên demokrasiyê dixe nava fikaran. Balikçi diyar kir ku ji îro û pê ve çalakiyê dewr digirin û li benda piştgiriya, jin, ciwan û gelê xwe ne.

'DI ŞEXSÊ OCALAN DE TECRÎD LI SER HER KESÎ HEYE'

Bi navê Dayikên Aştiyê jî Hanim Varli peyivî û got, "Tecrîd îro ne tenê li ser Serok Abdullah Ocalan e. Li ser 80 mîlyon kesî ye. Dayikên Aştiyê tevî ku dilê wan dişewite jî aştiyê dixwaze. Em ji wan jî dixwazin ku bi destê me yê aştiyê bigirin. Em cîhaneke tarî naxwazin. Ev têkoşîn wê ti carî neqede. Çawa ku Dîcle û Firat her diherike, têkoşîna me jî wê biherike."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.