Polîtîkayên welatên Ewropa yên li dijî welatparêzên Kurd ên ji ber zilm û zordariya Tirkiye neçar mane koçî welatên Ewropa bikin, bê navber dewam dike.
Jina Kurd a penaber Leyla Şaman a di dema rêveberiya xweser a li navçeya Nisêbîn a Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê de ku 3 meh û nîvan di dema qedexeyên derketina derve de li gel dayika xwe li taxa Yenî Şehîrê di mala xwe de man û bi dehên caran, ji hêla hêzên dewletê ve hatin destgîrkirin û ji mala xwe bi zorê hatin derxistin.
Li ser mijarê Leyla Şaman diyar kir ku pîştî ku 6 Taxên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi tevahî ji hêla dewleta Tirk ve hatin rûxandin; qedexe li ser hinek Taxên navçeyê hate rakirin.
Jina Penaber Şaman wiha domand: “Di wê demê de bi hênceta ku min di nava 'Rêveberiya Xweser de cih girtiye û alîkariya rêxistinê' kiriye; di derbarê min de biryara girtinê hat dayîn. Ez jî ji neçarî hatim Ewropa ji bo mafê penaberiyê di Nîsana 2018'an de li Lûksembûrg serlêdana penaberiyê kir.
Dewleta Lûksembûrgê pîştî 3 sal şûnde biryara radestkirina min a Tirkiye daye. Ez weku jineke Kurd, bi salan di nava siyaseta demokratîkt de li Meclîsa Jinan a DBP û piştre jî ya HDP'ê min kar kiriye û di derbarê min de bi hêceta ku min di nava rêveberiyên xweser de cih girtiye biryara girtinê heye. Teslîm kirina min a Tirkiye; tê wateya ku welatên Ewropayê rewşa gelê Kurd û siyaseta demokratîk a li Tirkye di kîjan rewşê de ye, nabînîn ango naxwazin bibînîn. Rejîma faşîst ku di bin serkêşiya Bahçelî û Tayîp Erdogan de veguheriye rejîma zilmê, her roj bi dehan welatparêzên Kurd bi êşkenceyan destgîr dike û wan dixin girtîgehan. Ez dixwazim ev biryara teslîm kirina min a Tirkiye bê betal kirin û ez weke jinek Kurd li Lûksembûrgê mafê penaberiyê bigrim.”