Li Zelandaya Nû wê dijî hejariya dema cilîkîbûnê têkoşîn were dayin
Hikûmeta Zelandaya Nû li dijî zor û zehmetiyên ku bi sed hezaran zarkeçan têkildar dike û ji ber halnexweşiyê demên cilikîbûnê ji dersên xwe dibin gavan davêje.
Hikûmeta Zelandaya Nû li dijî zor û zehmetiyên ku bi sed hezaran zarkeçan têkildar dike û ji ber halnexweşiyê demên cilikîbûnê ji dersên xwe dibin gavan davêje.
Li gorî biryara ku beriya bi çend rojan Serokwezîr Jacînda Ardern ragihandî li dibistanan tevdîrên parastinê yên dema cilîkîbûnê yên xwendekaran wê bê pere werin dayin. Bi vî rengî ji ber ku derfeetên wan ên madî nînini, xwendekarên ku lêzimiyên parastinê ji bo ku nikarin bistînin demên cilikîbûnê ji dersên xwe dibin, wê nema ji dersên xwe bimînin.
Serokwezîr Ardern got li gorî lêkolîna ku wan kirine dema kamilbûnê ji her 1 2 zarkeçan yek jê ji ber ku halê wan nexweş e demên cilikîbûnê naçin dibistanê.
Ardern got nayê qebûlkirin ji ber tişta ku 'ji bo nîvê civakê' normal e, ji perwerdehiya xwe bibin û diyar kir, hikûmet hem ji bo têkoşîna dijî hejariyê û hem ji bo rêjeya çûna dibistanê zêde bikin gaveke wiha avêtiye.
Ardern got ji projeya pîlot ku sala çûyî bi cih anîne tevlêbûna xwendekaran a li dersan û notên wan zêde bûne.
Berdêla polîtîkaya ku hikûmetê Hezîranê sazkar kirî van 13 salên pêşiya me bi tevahî wê 25 milyon Dolarê Zelandya Nû be.