Li Zanîngeha Strasboûrgê panela Têkoşîna Jina Kurd

Li Zanîngeha Strasboûrgê, aktivîteya Hefteya Femînîzmê ya ku ji aliyê xwendekarên Komînîst ve hate organîzekirin, panelekî bi mijara têkoşîna jina Kurd hate lidarxisin.

Ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Komînîst a Strasboûrgê (ÛED) ve di çarçoveya aktivîteyên 8’ê Adarê de, panel bi Komeleya Jinan a Zîn re hevpar hate lidarxisin. Di panelê de ji nûnerê Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç beşdar bû.

Di panela ku nêzî 50 xwendekarên zanîngehê beşdar bûn de, destpêkê têkoşîna jina Kurd hate nasandin û piştre Kiliç mafê axaftinê girt, têkildarî pêşketina dîrokî ya têkoşînê û felesefeya bingehîn. Kiliç bal kişand yek ji yekem pêşenga PKK’ê ya jin Sakîne Cansiz û têkoşîna wê û têkildarî rewşa jinan a li çar parçeyên Kurdistanê agahî parve kir.

Nûrsel Kiliç, li bakûr bal kişand ser zext û zordariya rejîma Erdogan û li başûr jî bal kişand ser lîstika PDK’ê. Kiliç diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê jin di refên pêş ê şoreşê de cihê xwe girtin, her wiha jina Kurd di nava civakê de li her qadê, siyasî û berxwedanê de bûn xwedî cih û mîsyon.

Di panelê de Berpirsa Karê Derve yê Komeleya Jinan a zîlan Zozan Alxas jî axivî û pêvajoya avakirina komeleyan vegot. Alxas diyar kir ku ne tenê pirsgirêkên jina Kurd heye, diyar kir ku Komeleya Jinan a Zîn li ser pirsgirêkên hemû jinan di nava xebatê de ye.

 Alxas destnîşan jineolojî ji bo pêşxistina jinê û lêkolînkirina bûyerên dîrokî ya li ser jinê lêkolîn dike. Alxas diyar kir ku bi vê armacê perwerdeya jineolojiyê dide jinan.