BI DÎMEN

Li Zanîngeha Bîlgiyê, faşîstan bi kêran êrîşî jinan kirin

Jinan li Zanîngeha Bîlgiyê ji bo 8'ê Adarê çalakî lidar xistin. Lê belê faşîstan bi kêran êrîşî jinan kirin. Ji ber êrîşê gelek jin birîndar bûn.

Li Kampusa Santralîstanbûl a Zanîngeha Bîlgiyê, jinan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek lidar xistin. Lê belê komek ji faşîstan tekbîr anîn û bi kêran êrîş kirin. Li gorî agahiyan ji ber vê êrîşê gelek jin birîndar bûne. Hat hînbûn, ev koma faşîst ji 20-30 kesan pêk dihat.

Xwendekaran piştî vê êrîşê, xwepêşandana protestoyî lidar xistin. Xwendekaran nerazîbûn nîşanî rêveberiyê da û diyar kirin, tevî ku beriya niha êrîşên bi heman rengî hatibûn kirin, ti tedbîrên ewlekariyê nehatiye girtin.

'EM Ê HESAB BIPIRSIN'

Rêxistinbûna "Yeryuzu Kadinlari-Jinên li ser rûyê erdê" daxuyaniyek li ser mijarê da û got, "Faşîstan êrîşî çalakiya 8'ê Adarê ya li Zanîngeha Bîlgî kirin. Hevalên me birîndar bûn. Koma ji 30-40 zilamên faşîst bi tekbîran ketin hundirê kampusê û êrîş kirin. Em ê hesab ji vê zîhniyeta êrîşkar bipirsin."