Li Zagrosan pîrozbahiya 27’ê Mijdarê: Mêtînger wê têk biçin!

Gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li Zagrosan, 27’ê Mijdarê roja damezirandina PKK’ê pîroz kirin. Di merasîma pîrozbahiyê de peyama ‘Em ê mêtîngeran têk bibin’ hate dayîn.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Star, salvegar 40’an a PKK’ê bi aktivîteyên heybet pêşwazî dikin. Gerîla, tevî şerê dijwar ên li çiyayên Kurdistanê jî, îsal jî merasîmên leşkerî yên hebet lidar dixin, agir geş dikin û li dor govenda azadiyê digerînin.

Yek ji navnîşana ku salvegera PKK’ê bi coş tê pîrozkirin Eyaleta Zagrosan e. Bi boneya vê rojê di merasîma hate lidarxistin de ji Fermandarên HPG’ê Hezîl Ozgur, Zozan Cûdî, Garzan Gever, Rohat Selçûk û gelek gerîla amede bûn. Di merasîmê de Ji Fermandarên Biryargeha Parastina Medyayê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Amed Malazgirt, axivî û peyamên girîng dan.

Malazgirt, di serî de cejna vejînê ya Partiya PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîd, berxwedêrên zîndanaû hemû Kurdistanî û dostên wan pîroz kir û wiha got: “PKK’ê 39 sal li pey xwe hişt û kete sala 40’an. Mîmarê vê berxwedan û qehremaniya dîrokî bê şik û goman Rêber Apo û şehîdên me ne. Xeta berxwedanê ya Rêber Apo di serî de li Bakurê Kurdistan û hemû Kurdistanê jiyan da avakirin. Felsefeya Rêberêtiya me ne tenê ji bo gelên li Kurdistanê dijîn, ji bo hemû gelên hejar ên li Rojhilata Navîn dijîn bûye hêviyek mezin a jiyanê. Çawa ku îro li ser xaka Rojhilata Navîn ji bo azadiya gelên hejar li dijî hêzên dagirker û mêtînger li ber xwe dide, ev bi saya şehîdên me yên qehreman in. Ji beriya PKK’ê hişmendiya mêtînger Kurd tine dihesibandin. Înkar dikirin. Bi PKK’ê re gelê Kurd ji nû ve zindî bû.

HEMÛ HÊZÊN MÊTÎNGER WÊ LI HEMBER BERXWEDANÊ TÊK BIÇIN

Malazgirt diyar kir ku wê hemû hêzên dagirker û mêtînger li Kurdistanê li hember berxwedanê têk biçin û got: “ Çalakiyên hevrêyên me Xeyrî, Kemal, Hakî, Egîd, Bêrîtan, Zîlan, xeta berxwedanê ya wan, qehremaniya wan, îro serê gelê Kurd rakir û bi têkoşînê encam kirin. Dîsa fermandarê mezin hevrê Reşîd Serdar li qada Zagrosan li dijî hêzên mêtînger bi ruhê berxwedanekî mezin raber kir û bi ruhê êrîşî ji nû ve derket. Heta ku ev ruhê şehîdên me yên qehreman hebin wê ti hêzên dagirker û mêtînger li Kurdistanê nemînin û mehkûmî têkçûnê bin. Ji ber ku bi xeta têkoşînê ya Rêber Apo pêşengtiyê dike.

‘HETA KU PKK HEBE…’

Amed Malazgirt di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xwedîderketina cenazeyên gerîlayên di encama êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li Bestayê şehîd ketîn cenazeyên Fermandarên YJA Star Delal Amed û Azê Malazgirt û got: “Li Qada Botanê bi dehan roj şerê dijwar qewimîn. Şerê li Botanê dihate kirin bi pêşengtiya Fermandar Delal Amed û Azê de pêk dihat. Dewleta Tirk a mêtînger li hemberî berxwedana gerîla ti gav bi pêş ve neavêt. Dewleta mêtînger a ku bi bejayê ve ti gav pêş ve neavêt serî li teknîkê da û hevrêyên me bi hovane şehîd xistin. Di encama van êrîşan de Hevrêya me Delal Amed û koma li gel şehîd bûn. Di kesayeta hevrêyên xwe Delal û Azê de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi boneya sala 40’an a têkoşînê bibîr tînin, li hember bîranînên wan bejna xwe ditewînin. Bila hemû dost û dijmin baş bizani ku heta ku PKK hebe, di ser de dewleta Tirk a mêtînger wê ti hêzên dagirker li Kurdistanê negihêjin armancên xwe."

HEMÛ KURDISTAN DI HEDEFA MÊTÎNGERAN DE NE

Malazgirt destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze êrîşî her çar parçeyê Kurdistanê bike û vêya  PKK weke hîncet nîşan dide û got ku zihniyeta dewleta Tirk a beriya 39 salan û ya niha hemane. Malazgirt wiha domand: “Dewleta Tirk weke nav PKK diyar dike lê armanca wê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ji vê re ne biyanî ne. Beriya niha jî gotibûn ‘Kurd birayên me ne, tenê em dijî PKK’ê ne’. Lê belê me di pratîkê de dît ku ji bo dewleta Tirk her çar parçeyên Kurdistanê û hemû partiyên Kurdistanê di heman kategoriyê de ne. Divê em vêya baş bizanîn, Erdogan û hikûmeta AKP’ê dijminê me ye. Em jî wê li dijî van têkoşîna xwe bihêztir bikin.”

Malazgirt bal kişande li ser rewşa li Başûrê Kurdistanê jî û wiha got: “Gelê me yê Başûrê Kurdistanê xwest ku gavekê biavêjin. Destpêkê hikûmeta AKP’ê û Erdogan dijî vê derketin. Ji bo ku gelê Kurdistanê mafên xwe bidest nexin bi dijminên Kurd re hatin gel hev. Dewleta Îran û Iraqê tehrîk kir. Heta ji bo Sûriyeyê digot: ‘Esad dijminê min yê bingehîne’. Ji bo ku gelê Kurd mafên xwe bidest nexe bi Esad re jî îtifak kir. Ev jî carek din dide nîşandan ku dijminatiya Erdogan ya li dijî Kurdan.”

Malazgirt di berdewamiya axaftina xwe de got ku berxwedana li her çar parçeyên Kurdistanê ya mafdar wê bi her awayî bersivê bidin êrîşên AKP’ê û wiha got: “Çawe ku li Bakurê Kurdistanê gelê me yê welatparêz û hêzên me yên gerîla di asta herî jor de berxwedanê didin, wê li parçeyên din jî li dijî mêtîngeran di asta herî jor de têkoşînê bide. Bedela wê çi dibe bila bibe wê PKK ya  ku li ser xeta Rêber Apo mezin dibe û gelê Kurd bi serbikeve.”

LI DIJÎ PROFESYONELIYA GERÎLA LEŞKERÊN TIRK ŞER NAKE

Malazgirt di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser şerê giran ê dewleta Tirk ku li Kurdistanê dide meşandin û li dijî êrîşan gerîla bi qehremanî bersiv dide û wiha pêde çû: “Hikûmeta AKP’ê dixwaze dest bavêje destkeftiyên gelê Kurdistanê. Li hemû parçeyan şerê awarte îlan kiriye. Şer ji bo Kurdistanê wê di pêvajoya pêşiya me de di asta herî jor de were domandin. Li dijî vê gerîlayên PKK’ê bi qehremanî şer dike û dewleta Tirk a mêtînger li Kurdistanê bin dixe.”

Malazgirt diyar kir ku di şerê 2 salên dawî de dewleta Tirk windahiyên mezin dide lê belê vê bi raya giştî re parve nake. Fermandarê HPG’ê got ku çi bikin bila bikin van rastiyan na veşêrin û wiha anî ziman: “Leşkerên Tirk li dijî gerîla gelek zoriyan dikêşe, şer nake. Gelê Tirk bila ji zarokên xwe bipirse, li van çiyayan di çi rewşê de ne, çawe şer dikin, li dijî gerîla di pîsikolojiyek çawa de ne, bila çend leşkeran bînin gel hev û ji raya giştî re baxivin. Wê demê hûnê rastiyan bibînin. Rewşa leşkeran ne weke ku di çapemeniyê de tê ragihandin e. Em hemû rastiyan dizanin. Di destê wan de tenê teknîk heye, di leşkeran de ruh nemaye. Leşkerê ku di wan re ruh ne mabe û tenê ji  bo pereyan şer dike, di şertên zehmet de li ber xwe nade. Li dijî gerîla nikare şer bike. Leşkerên dewleta Tirk bi rêya bejahî pêşve naçe ji ber ku bejahiya kur a eraziya me nizanin, rewşê nizanin. Ji bilî şer her roj di zinaran de dikevin û dimirin. Ji sermayê dimirin. Ji ber vê çendê banga me ji bo gelê Tirk ewe ku bi lez bila xwedî li zarokên xwe derbikevin. Ji bo çend quruşan bila vî şerê qirêj nedin meşandin.”

WÊ KONTRA HESAB BIDIN

Fermandarê HPG’ê Amed Malazgirt got ku wê cerdevanên ku pêşengtiyê ji leşkerên ku nikarin şer bikin re dikin, wê di hedefa me de bin û wiha got: “Leşkerên Tirk li çiyayan şer nake lê belê cerdevanên ku li ser xwîna şehîdên me xwe ji bo pereyan difiroşin ji bo wan pêşengtiyê dikin. Bila vêya baş bizanibîn, cerdevan, kontrayên ku pêşentiyê dikin bi taybet dibin sedema şehadeta hevalên me wê di hedefa me de bin. Wê ciwanên Kurd cerdevan û kontrayên ku pêşengtiyê ji dijmin re dikin efû neke. Îro yan jî sibê wê bi teqez tola hemû şehîdên me were hildan.”

SALA 40. WÊ BIBE SALA SERKETINA KURDISTANIYAN

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Amed Malazgirt got ku wê sala 40. Bibe sala serketinê û wiha got: “Em sala 39’an li pey xwe dihêlin û derbasî sala 40’an dibin. Rastiyek hete ku şerekî giran tê dayîn. Bi dehan hevalên me bi fedayî, bi qehremanî li berxwe didin û şehîd dibin. Li beramberî van şehîdan rastiyek heye ku dilê me pê diêşê. Lê belê di ti şerî de têkoşîn bê bedel nabe. Şehîdên me yên bi bi qehremanî li berxwe didin canê xwe ji bo gelê Kurd feda dikin. Wê sala 2018’an yanî sala 40’an a partiya me wê bibe sala serketinê ya gelê me û PKK’ê.

Gerîlayan piştî merasîma leşkerî agir kirin û bi nava dirûşmeyan govend gerandin.