Li Yewnanistanê yekemcar jinek bû Serokkomar

Parlamenta Yewnanistanê, jinek kir Serokkomar ku ev yek di dîroka welêt de yekemcar dibe.

Ekaterînî Sakellaropûlû ya 63 salî ku dadgereke di mijara hawirdorê de pispor e û Seroka Dadgeha Bilind e, li parlamentê di dengdanê de ji bo Serokkomariyê hate hilbijartin. Li parlamenta ku 300 endamên xwe hene 261 wekîlan dengê xwe dan Sakellaropûlû û di tûra destpêkê de ew kirin Serokkomar.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kiyrîakos Mîçotakîs, ji bo wezîfeya Serokkomariyê ku bi giranî wezîfeyeke rûmetî ye Ekaterînî Sakellaropûlû pêşniyar kiribû.

Sakellaropûlû di heman demê de jin a destpêkê bû ku bu Seroka Dadgeha Bilind. Wê demê ji aliyê hikumeta çepgir ve hatibû wezîfedakirin.

Li Yewnanistanê giraniya civaka baviksalariyê heye. Lê belê Mîçotakîs dibêje, "Dem hatiye ku Yewnanistan li paşerojê vebe." Serokwezîr dibêje, "Li nava civaka Yewnan hîn jî cihêkarî li jinan tê kirin. Lê belê ev yek êdî ji jorê dest pê dike û diguhere."