Li Yemenê mafên jinan bi rêk û pêk têne binpêkirin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch) bi daxuyaniyekê ragihand ku aliyên şer ên li Yemenê mafê liv û tevgera azad a jinan bi rêk û pêk binpê dikin.

Li gorî agahiyên HRW, li herêmên di bin kontrola Hûsiyan, hikumeta Yemenê û Konseya Derbasbûnê ya Başûr (STC) de ne, bêyî destûra wasiyekî mêr an jî bêyî hebûna mêrekî ji xizmê nêz dedstûr ji jinan re nayê dayin ku di navbera wîlayetan de biçin û bên û biçin derveyî welat.

Li gorî daxuyaniya HRW'yê, piştî ku Hûsiyan paytext Sana û piraniya bakurê Yemenê kontrol kirin, ji hingî ve astengiyên li pêşiya liv û tevgera jinan gelekî berfireh bûn. Hêzên hikumeta Yemenê û STC jî li başûr liv û tevgera jinan asteng kirin.

Panela Pisporên Yemenê yên Neteweyên Yekbûyî di rapora 2023'an de ragihand ku li gorî agahiyan li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ne ger û geşta jinan hatiye astengkirin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di 8'ê Çileya 2024'an de name ji Wezaretên Mafên Mirovan ên Hûsiyan, Konseya Demkî ya Başûr û hikumeta Yemenê re şand. STC'ê di 17'ê Çileyê de bersiv da û astengiyên li pêşiya jinan red kir. Lê belê daneyên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan li dijî vê yekê ne. Hûsî û hikumeta Yemenê jî hîn bersiv nedane HRW'ê.

Çavkanî: https://www.hrw.org