Li Xezayê bi hezaran jin daketin qadan

Li Şerîda Xezayê, di çarçoveya çalakiyan de ku çend meh in dewam dikin, yekemcar bi hezaran jin daketin qadan û xwepêşandanek li dar xistin. Di bûyerê de bi dehan kes birîndar bûn.

Bi hezaran jin tevî zarokên xwe tevlî çalakiya li herêma sînor ê navbera Xeza û Îsraîlê bûn. Jinan dorpêçiya Îsraîlê şermezar kirin û xwestin, penaberên Fîlîstînî yên piştî sala 1948'an ji cih û warê xwe bûne vegerin ser axa xwe. Jinan bi dehan metreyan xwe nêzî bendên li ser sînor kirin.

Di dema xwepêşandanê de hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê dest li çalakgeran werdan û herî kêm 17 kes birîndar bûn.

Ji rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê Aşraf al Qodra got, xwepêşandêr ji ber guleyên leşkerên Îsraîlê birîndar bûne.

Li herêma navbera Şerîda Xezayê û Îsraîlê bi navê "Meşa vegera mezin" 30'ê Adarê çalakiyan dest pê kirin û heta niha herî kêm 138 kes mirine. Tenê di dema barkirina Sefaretxaneya DYA ji bo Qudsê û 14'ê Gulanê salvegera damezrandina Îsraîlê de 62 xwepêşandêr hatibûn kuştin.

Rêveberiya Îsraîlê Hamasê sûcdar dike û îdîa dike ku xwepêşandêran li dijî leşker û polîsan weke mertalên zindî bi kar tîne.