Li Wargeha Mexmûrê 8'ê Adarê hat pîrozkirin
Li Wargeha Mexmûrê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coş û kelecanek mezin hat pîrozkirin.
Li Wargeha Mexmûrê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coş û kelecanek mezin hat pîrozkirin.
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) duh saet di 14:30’an de bi tevlîbûna bi hezaran jin, xwendekar û gelê wargehê ve bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Li ser girîngî û wateya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Hevşaredara Wargeha Mexmûrê û Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Nûran Sezgîn axivî. Nûran Sezgîn di axaftina xwe de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Kurd ên şoreşger, tevayî jinên Kurd û li jinên cîhanê pîroz kir.
Sezgîn di dewama axaftina xwe de ba lkêşand ser girîngiya 8’ê Adarê û da zanîn her çendî ku 160 sal li ser komkujiya sala 1957’ê li karxaneyek ya New York’ê re derbas bûye jî, di roja me de jî li ser jinê zext, kuştin, destdirêjî û binpêkirina mafê azad ê jinê, dewam dike. Sezgîn got, "Bes wek hemû cîhan jî dibîne, di pêşengiya fikir û paradîgmaya Rêber Apo de jinê Kurd îro gihiştiye asta herî bilind di tekoşîna azadiya jinê de. Çawa ku Rêber Apo pêşengî ji xeta azadiya jina Kurd re dike, jina Kurd jî bi saya Rêbertî û Şehîd Sara xwe gihand asta pêşengtiya tekoşîna azadiyê ji bo tevayî jinên cîhanê. Her wisa eger em jinên Kurd îro dikarin bi awayek serbilind, serketî û ji dil ji bo azadiya xwe têdikoin û gihiştîne astek pir bilind, em vê yekê deyndarê şehîdên jin û tevayî şehîdên tekoşînê ne.”
Bernameya pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir û hunermend Denîz Deman, Gulseher, Bermal Çem û Medya Hûner, Koma Defê ya Dibistana Şehîd Serhat, Koma Dengbêjan ya Meryem Xan, Koma Govendê ya Weqfa Jinên Mexmûrê, Koma Şano ya Hêvî Yekta derketin ser dikê.