Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke girseyî dest starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dan. Jinên ku li ber avahiya Karizma ya li beramberî Parka Bajarê Mezin hatin gel hev, bi stranan govende gerandin. Beriya daxuyaniyê jinan timî dirûşmeyê “Em xwe diparêzin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Piştî govendê jinan bi pankartên "Em ê bi hev re biguherin, êdî dema jinan e, bijî 8'ê Adarê", "Qanûna înfazê ya li dijî jinê ", "Li dijî tecrîdê berxwedan", "Divê mêr bibe rêhevala jinê ya azadiyê", "Jinên hatin qetilkirin di têkoşîna me de dijîn ", "Cinayetên jinan polîtîk e“, "Jinên hatin qetilkirin serhildana me ne", "Zimanê me rumeta me ye", "Neşe Altûn di têkoşîna me de dijî” hatin hildan. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinan a STAR û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Desteya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Hatîce Kiye daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Bi hêza wateya hebûna jinê, keda xwe û nirxên dîrokî yên ku me afirandiye, em careke din 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi ruhê berxwedanê silav dikin. Em weke TJA careke din diyar dikin ku em ê 8’ê Adarê ku yek ji qadên têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta dewletparêz a serdest a mêr e, bi awayekî layiqê rastiya wê ya dîrokî li hemû qadên jiyanê pêşwazî bikin. Deng û awaza tililiyên me wê qadên berxwedanê careke din bi rengê jîn û jiyanê bike qadên azadî û aşitiyê. Em bi vê boneyê hemû jinên cîhanê bi dil û can silav dikin, soza bilindkirina îsyana xwe ya bi hevre û bi hevgirtinê didin.
Sedsala 21’an berpirsyariya ku jin bi hemû nasnameyên xwe yên hevber li qadên hevpar werin cem hev û têkoşînê veguherînin qezencê, berpirsyariya me jinên kedkar nîşan dide. Hinceta guherîn û veguherîna jiyana azad berpirsiyatiya bilindkirina serhildan û têkoşînê derdixe holê.
QIRKIRINA JINÊ QIRKIRINA CIVAK Û JIYANÊ
Mêr û saziyên di desthilatdariya AKP-MHP'ê de li ser navê dewletê tevdigerin, têkildarî hebûna jinê ku şaneya bingehîn a civakê ye, her roj bi polîtîkayên tundî, destavêtin û mirinê bi awayekî hovane êrîşî jinan dikin û qetlîamên jinan bi rewakirina hejmarên weke bîlançoya şer tên dayîn. Li Tirkiyeyê di sedsala 21’an de jin hê jî ji aliyê mêran ve tên revandin. Di şexsê Gulîstan Doku de ya ku li Dersimê tevî lêgerîna bênavber a malbata wê hate windakirin, pergala darazê ya dewletê weke ku ferman hatiye dayîn mudaxaleyê pêvajoyê nake.
Ev salek e ku têkoşîna azadiyê ya jinan û komên desthilatdariyê bûne cihê tirsê û polîtîkayên qetlîamê yên sala 2021’an gihiştiye asta hovîtiyê. Îdolojiya netew-dewleta AKP-MHP'ê ku baş dizane bi jina azad wê jiyan azad bibe û desthilatdariya wê hilweşe biqede. Wan gihandiye vê hişmendiyê ku hevgirtina navneteweyî heta roja îro bi zêdekirina wê hêza hilweşandina hikûmetên faşîst heye. Sedsala 21‘an berpirsyariya ku jin bi hemû nasnameyên xwe yên hevber li qadên hevpar werin cem hev û têkoşînê veguherînin qezencê, berpirsyariya me nîşan dide. Hincetên me bi hezaran sal in ku rihê 8'ê Adarê û hêza wê ya veguherandina serhildana hemû jinên cîhanê derdixe holê.
‘ZIMAN NEYNIKA CIVAKÊ YE‘
Zimanê me yê dayikê ku yek ji sedemên hebûna me ye, bi polîtîkayên netew-dewletê hatine qedexekirin, tên asîmîlekirin û tê tunehesibandin. Weke jin li dijî zîhniyeta ku dijminatiya Kurdan û zimanê wan dike, ji bo zimanê me yê zikmakî di her aliyê jiyanê de were jiyîn, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
NE QANÛNÊ SERDESTIYA MÊR, PEYMANA CIVAKÎ YA JINAN ASAS E
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku ji Peymana Stenbolê ya li dijî qetlîamên jinan vekişiya. Berpirsiyarê sereke yê jinên tên qetilkirin e.
* Xizankirina jinan ne qeder e; Polîtîkayeke serdest a mêr e.
Di pêvajoya Covid19 ‘ê de, ku hîn jî bandora xwe li seranserê cîhanê dike, jin xizan bûn. Neçar li malê man, keda malê bê qîmet bû û jin neçar ma girêdayî mêr û dewletê. Di berê pêşde afirînera ked û hilberînê jin, îro li sûk û kuçeyan fêkiyên xirab berhev dike, di bin berfê de, li benda nanê erzan dimîne. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de bi ji karavêtin, sirgûn û feqîrbûna ku ji ber krîza aborî zêde dibe, tê xwestin ku civak bê îrade, bêhêvî û xizan bimîne. Jin ji birçîbûn, serma û nexweşiyê zarokên xwe winda dikin; jiyana xwe bê ewle dijîn.
* Binçavkirin û operasyonan; girtîgeh bune cihê sûc.
Her ku têkoşîna me ya ji bo parastina nirxên jiyanê mezin dibe, zîhniyeta serdest a mêr jî êrîşên xwe yên li ser jinan û Kurdan li her qadê li ser esasê îmha û înkarê didomîne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku bi îlegalîzekirina TJA'yê û di şexsê berdevka me ya demê Ayşe Gokan de destgîrkirin û girtina bi sedan hevalên me yên jin, armanca ku dawî li têkoşîna jinê bîne, bûye nûnera herî mezin a faşîzma ku dema dawî li êrîşên xwe zêde kiriye. Kevneşopiya berxwedanê ya girtiyên jin ên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de, zêdeyî 40 sal in ku ji daxwazên xwe yên azadiyê paşve gav naavêjin û tevî bedelên herî giran jî bûne zarokên bi rûmet ên gelê xwe.
Îro girtîgeh bi awayekî fermî bûne qada qetlîamên hikûmetê û dixwazin girtî heta şaneya herî biçûk bên tunekirin. Îro li girtîgehên Tirkiyeyê bi dehan girtiyên siyasî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li ber mirinê ne. Mirina ne diyar a Garîbe Gezer a ji ber guh nedaye rêveberiya girtîgehê rastî îşkence û tecawizê hat.
Aysel Tûglûk tevî ku nikare bi tena serê xwe bijî jî der barê berdana ATK'ê de rapor nedayê nayê berdan. Dayîkên me yên ku csnazeyê zarokê xwe girtîgehan dernexin nobeta edaletê digirin.Emîne Şenyaşar û malbata wê ku her roj li ber edliyeyê bang li berpirsyarên qetilkirina malbata wê dikin. îfadeya dîrokî ya ku gelê Kurd wê di şexsê jinên bi rûmet de berxwedana xwe bidomîne.
* Zîhniyeta nîjadperest a serdest a mêr, her cure êrîşên li dijî siyasetmedarên jin ên Kurd dimeşîne. Qatilê ku ji bo komkujî bi hêsanî ket avahiya partiya hdpê ya Îzmîrê, xwest bi qetilkirina Denîz Poyraz kesên ku li ser navê hikûmetên faşîst siyaseta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dimeşînin bitirsîne. Em jinên ku bi salane li dijî polîtîkayên îmha û înkarê li ber xwe didin, pêşengên hêrsa li hemberî qetilkirina Denîz Poyrazin û domdarê têkoşîna jina azadî xwazin.
*Çanda Fûhûş, destavêtin, tiryak polîtîkayên şerê taybet ên hikûmetê tinekirina civakê armanc dike.
Polîtîkayên fuhûş û tiryakê ku armanca wan şikandina vîna gelê Kurd, xirakirin û qutkirina ji çand, huner û dîroka wî ye, li Kurdistanê bi destê çeteyan bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Ne tesaduf e ku hêzên ewlehiyê yên hevkarên salona masajê ya ku li Wanê jin bi zorê fuhûşê lê dihatin kirin, herî dawî derketin holê. Li Colemêrgê fuhûşa bi darê zorê bi girtina jinan, li Amedê li ber dibistanan firotina tiryakê û li gelek herêmên din jî tevlîbûna rayedarên dewletê di polîtîkayên li ser esasê gendeliyê de nîşaneyên polîtîkayên şerê taybet in. Bi tacîz û tecawizê, kiryarên bi unîformatîk tên beraatkirin û meşrûkirin, mîna Mûsa Orhan, polîtîkayên şerê taybet bi awayekî kûrtir û vekirîtir tê meşandin. Em careke din di 8’ê Adarê de diyar dikin ku têkoşîna exlaqî û polîtîk a jinan a li dijî polîtîkayên şerê taybet wê bidome.
* Ne tecrîd, Azadî û muxatabiyeta bê şert û merc,
Di 8'ê Adareke din de jî em diyar dikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane muxatab e. Divê demeke herî nêzde bi wî re tekili bê dayin.. Esareta Abdullah Ocalan û pêkanînên tecrîdê yên ku veguheriye şêwaza rêveberiyê, pirsgirêkên civakî hîn bêhtir dixe nava alozî û qeyranê de. Felsefeya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan li hemberî desthilatdariya ku di înkar, asîmîlasyon û qedexeyan de çaresernekirina pirsgirêka Kurd digere, îfadeya bi tevahiya nirxên jiyanê ye. Şoreşa jinê ya ku li Rojava pêk hat rastiyeke ku ji hemû cîhanê re bûye mînak. Rêya veguherandina vê felsefeyê ji bo jiyanê bi xwe jî misogerkirina azadiya wê ya bê şert e. Çareseriya krîzên ku bi polîtîkayên xwe yên monîst, zayendperest û serdest hewl didin hebûna xwe bidomînin di misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan de ye.
Li ser van esasan em îro wek jinên tekoşerên Wanê starta xwe ya çalakiyên 8 ê Adarê didin.
*Em di şexsê hevrê Garîbe û Denîz de hemû hevrêyên xwe yên jin ên ku di têkoşîna azadiya jinê de bi baweriyên mezin ketine erdê û îro jî rêya me ronî dikin, careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; Em bang li hemû jinan dikin ku 8’ê Adarê bi coş pêşwazî bikin, bi wê baweriya ku bi mîrateya ku ji me re hiştine, hevgirtina jinên navneteweyî, wê mezin bibe, azadiya civakî bi hevgirtina jinan pêk were, pergala baviksalarî hilweşe û jiyana azad a jinê esas were girtin.ji şerê xwe yê herî bi xwîn li dijî jinê dide meşandin. Weke jinên Kurd ku şahidên polîtîkayên şerên zayendperest, bingehîn û neolîberal, ên li ser vê bingehê ne. Di 8’ê Adarê de em careke din îradeya xwe ya ku pergala ji hemû êrîşan berpirsyar, hesap dipirsin.
Bijî 8 ê Adarê.
Bijî berxwedana jinan .
Dem Dema Azadiya Jinan e.“
Piştî daxuyaniyê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de jinan ji PTT'ê ji jinên girtî re kart şandin.
COLEMERG
TJA û Meclîsa Jinan a Colmergê starta 8'ê Adarê bi daxuyaniya çapemeniye ya li ber Rêxistina Bajêr a Colemergê ya HDP'ê da. Di çalakiyê de rêxistinên bajêr û navçeyan a HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colmergê û gelek kes hazir bûn. Li ser navê jinan endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemergê Humeyra Armût xwend.
Bernameya 8'ê Adarê ya Colemergê:
2'yê Adarê: Wê qert ji bo girtiyên jin werein şandin
4'ê Adare: Li Çelê jin wê werin cem hev
5'ê Adarê: Li geverê wê şahînetek were kirin.
6'ê Adarê: Li Şemzînanê jin wê werin cem hev.
8'ê Adarê: Li Colemergê wê şahînet were kirin.