Li Wanê nanê bi tam ji destê Sevîl Îlhan derdikeve

Li Wanê jina bi navê Sevîl Îlhan ku bi pijandina nanê tenûrê debara xwe dike, got ku ji bo aboriyê pêwîst nake jin di kargehan de bixebitin bila tenê ji xwe û afrîneriya xwe bibawer bin bes e.

Li Wanê jin bi rêjeyeke mezin tev li bazarê dibin û bi rengê  hunerên xwe didin nîşandan. Li navçeya Riya Armûşê ya Wanê nanê herî bi tam ji destê jina bi navê Sevîl Îlhan (50) tê çêkirin û xwarin. Îlhan bi çêkirina nanê tendûrê hem çanda civaka Kurd diparêze hem jî debariya xwe pê dike. Îlhan ku zêdetirî salekê ye nanê tenûrê çêdike serê sibê radibe û dest bi kar dike û bi vî aweyî pêdiviya nanê şêniyên Wanê pêk tîne.

‘BI PIJANDINA NAN DEBARIYA XWE DIKE’

Jina kedkar Sevîl Îlhan diyar kir ku ne hewce ye di kargehan de bixebitin dema bixwazin û hewl bidin dikarin bi destên xwe debariya xwe bikin û wiha axivî: “Dibe ev xebata me pereyek zêde bi dest nexe lê çavên wê ne li alikariya kesan e. Ev zêdetirî salekê ye ez û hevala xwe bi nanpêjandinê debara xwe dikim. Ez hem ji nanpêjandinê sûd digirim hem jî kevneşopiya kurdewarî zindî dihêlim. Gel nanê tenûrê tercîh dike û gelek kes tê cem min û teştek nan ji min dixwaze. Ez di werza zivîstan û havînê de jî dixebîtim. Bi rastî nan çêkirin ne karek hêsan e. Lê tu kar ne hêsan e û li gorî xwe zehmetiyên wê hene. Ev kar ya min e kes nikare minet li min bike. Lewra ez ji karê xwe razî û kêfxweş im. Bi vê kedê jî ez debariya jiyana mala xwe dikim.”

‘ALÎKARIYÊ DIDIM MALA XWE’

Îlhan anî ziman ku dema jin bi hêz û jixwe bawer be tişta ku bike tine û wiha pê de çû: “Dema mirov afiriner û bi hêz be dikare her tişt bike. Jin jî afrîner û bi hêz e. Lewra bila ji xwe bawer bin û jiyana xwe bi xwe bidin avakirin. Ez bi pereyên ku ji nanê tenûrê bi dest dixim alîkariyê didim mala xwe. Ev kar zehmete lê ez dîsa jî dev jê bernadim. Ji ber çavkaniya debariya malbata min e. Ji dîrokê heta roja îro herdem jinê bi afirîneriya xwe civak li ser lingan girtiye. Divê demê jin ji ber zilma mêr nikare li bazaran jî afirîneriya xwe bide nîşan dan û mêr li hemberî afreneriya jinê dibe asteng. Divê di her alî de derkeve qadan û hûnera xwe bide nîşan dan.”

‘AFIRÎNERIYA JINAN’

Îlhan bang li hemû jinan kir ku ji bo aboriyê pêwîst nake di kargehan de bixebitin bila tenê ji xwe û afrîneriya xwe bawer bin û wiha got: “Bila ti jin li malê ne rûne û nebêje em nikarin tiştek bikin, afirîneriya mezin di destê jinan de ye. Jin dikarin hemû karên civakê bike û ji destê jinan tê. Ez bang dikim ku tevahiya jinên di mala de dirûnin dikim ku bila ji bo alîkariya mala xwe bixebitin.”