Li Wanê bi hezaran jin di mîtînga 8’ê Adarê de hatin ba hev

Li Wanê bi hezaran jinan 8’ê Adarê pîroz kirin û peyamên berxwedanê dan. Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel ên girtî jî peyam şandin.

Li Wanê bi hezaran jin di mîtînga 8’ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatin ba hev.

Mîtîng bi pêşengiya Platforma Jinan a Ah Tamarayê li Parka Mûsa Anter  hate lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besime Konca, Parlementera Wanê Bedia Özgökçe Ertan, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Wanê Yadişen Karabulak, Parlementerên HDP’ê Mizgîn Irgat û Dirayet Taşdemir, hevşaredarên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, çalakvanên TJA’yê û bi hezaran jin tevlî mîtîngê bûn.

PEYAMA TUNCEL  Û YÜKSEKDAĞ

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya di girtîgehê de Figen Yüksekdağ û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel peyameke hevpar şandin.

Di peyama hevpar de ev xal derketin pêş:

“Li dijî Rewşa Awarte em dadikevin kolanan, em dîwaran derbas dikin û ligel we ne. Em vê îradeya we ya pîrozkirina 8’ê Adarê silav dikin. Yekîtî, azadî, edaleta jinan pêşeroja me ye. Ji Rojava heta Amed û Stenbolê em ê biqîrin, Azadî tekane rê ye!”

ATAŞ: HER QADÊ EM Ê BI KAR BÎNIN

Seroka Komîteya Amadekar a mîtîngê Seher Kadîroglû Ataş bi qalkirina dîroka 8’ê Adarê dest bi axaftina xwe kir û got, “Li hemberî desthilatdariya mêran em ê li kolan û kargehan bibin bersiv û têkoşîna xwe bidomînin.”

ÖZGÖKÇE: EM NE BI TENÊ NE

Parlementera HDP’ê û Endama Lijneya Rêveber a HDP’ê Bedia Özgökçe Ertan jî got, “Em silavên xwe ji hevserok, parlementer, hevşaredarên xwe yên jin re dişînin. Em ne bi tenê ne û êdî desthilatdariya mêran mehkûmî mirinê ye.”

Özgökçe qala polîtîkayên êrîşkar ên AKP’ê kir û got, “Ev kes li Enqere, Konyayê wekî AKP û li Wan, Amed û Mêrdînê jî wekî kayyûm derdikevin pêşiya me. Li hemberî wan divê em li ber xwe bidin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

KONCA: JIN STÛNA AZADIYÊ YE!

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca jî got ku, “Li hemberî qirkirina li ser jinan, va ye em li qadan in. Figen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Tûğba Hezer îro bi berwedan û têkoşîna xwe bi me re ne. A niha bi deh hezaran kes li zindanan li ber xwe didin. Di şexsê Dayîka Sîsê de em careke din rêhevalên xwe yên jin silav dikin.”

Konca axaftina xwe wisa domand: “Jin ne stûna malê, lê stûna jiyan û azadiyê ye. Em ê li dijî hemû êrîşên li ser hinên Ereb, Êzidî, Suryan jî derkevin. Li hemberî mêrên ku tecawizê meşrû dikin, em ê têbikoşin. Em ji bo siyaseta demokratîk  li ber xwe didin. Îro parlementerên me hatine girtin, em van tiştan qebûl nakin. Ew ê jin li hemberî van zext û neheqiyan li ber xwe bidin. Em ê êrîşên li ser jinê tu carî qebûl nekin. Ew ê jin demokrasî û azadiyê bînin Reqa û Rojhilata Navîn. Îro her dera jiyanê, ji bo jinan qada têkoşînê ye.”

Piştî guhdarîkirina muzîkê mîtîng bi dawî bû.